Nivîskar dibêjin, hem Moskov û hem jî Washington di operasyona rizgarkirina Reqayê de her hêzên Kurd û dewra wan pîroz dikin û ev yek jî li Sûriyê Kurdan û YPG´ê ji bo herdu hêzan dike hevpareke bawerî pê were.

Rojava bi vî rengî li gorî analîze weke girêdana navbera herdu hêzan de tê pênasekirin, lewra herdu hêz jî di meseleya têkbirina çeteyên DAIŞ´ê de pêdivî bi hêzeke bi vî rengî ya li cihê cih xurt hene.

Li gorî nivîskarên analîzê, ji aliyê din çûna artêşa Sûrî ber bi Reqayê ve jî heye, lê ya ku di operasyonê de ji bo Moskov û Washingtonê heyatî dewra QSD´ê û Kurdan e. Ji bo Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê QSD´ê xwe îsbat kiriye weke hêza herî xurt a li dijî DAIŞ´ê serketî. Ji bo Moskovê jî şerê li bereya Kurdan kiriye ku hevgira wê ango hikûmeta Sûrî karibe li hin bereyan bi pêş bikeve.

Nivîskar bi bîr dixin ku li ser stratejiya xwe ya eskerî sekreterê çapemeniyê yê Pentagonê gotiye “Ez dizanim hin minaqeşe hene li ser guhertina vê, lê halê hazir em helwêsta xwe naguherin.” Paşê jî îşaret bi gotinên berdevkê serokdewletê Rûsya Vladimir Putin, Dmitrî Peskov hat kirin ê ku ji rojnamevanan re gotibû "em bi DYE´yê re agahiyan didin hev,rojane, heta rojê du caran." 


WASHINGTON