Turan Teke ku li Kolana Cumhuriyet a navçeya navendî ya Rêya Armûşê ya Wanê kiras û fîstanên gelêrî çêdike, diyar kir ku ew di Newroz, 8’ê Adarê û rojên taybet de li gorî modela tê xwestin, kincan didirû.
Teke diyar kir ku krîza aborî ya bi OHAL’ê re kûrtir dibe, bandoreke neyînî li karê wan jî kiriye. Teke ev 10 sal in ku dikandar e û cawên xwe ji Hindistan, Pakistan û welatên din tîne. Teke anî ziman ku ev salek e hejmara kirîdarên ku dihatin dikana wî kêm bûye û destnîşan kir ku krîz herî zêde bandorê li dikandaran dike û got: “Em rojê nêzî 6 kiras û fîstanan didirûn. Karê bavê min e. Havînan roj heye em 130 metre caw difiroşin. Berê me zêdetir difirot.”
Teke bal kişand ser nexşên kevirî yên li ser cawan û wiha axivî, “Mirovên li wir di hefteyekê de van neqşan çêdikin. Ev kinc jênegerên dawetên Wanê ne. Dawet 3 rojan dom dikin û her roj kincên cuda li xwe tên kirin. Her wiha jênegerên cihêzên bûkan in jî. Di hemû cihêzan de herî kêm 40 metre caw heye.”
DÎHABER/WAN