Kiras û fîstan, cil û bergên jinan ên gelêrî û herêmî ne. Di çanda cil û bergên jinên Kurd de kiras û fîstan cihekî taybet digirin. Li gelek bajarên Kurdistanê yên wekî Wan, Colemêrg, Sêrt, Şirnex, Mêrdîn, Amed, Bedlis, Mûş û bajarên din jina Kurd kiras û fîstan li xwe dike. Bi taybetî di rojên cejn, şahî û xweşiyan de jin kiras û fîstanê herî xweşik û bedew li xwe dikin. Terziya bi navê Îmran Dogan ku kiras û fîstana difesilîne, berî erdheja Wanê li çarşiya jêr karê dirûngeriya kiras û fîstanan dikir. Piştî erdhejê koçî Mêrsînê bû û niha li vir karê xwe berdewam dike. Dogan, ku pîşeyê dirûngerî û fesalê ji malbatê fêr bûye, li vir jî heman pîşeyî berdewam dike.
‘Divê jin ji malê derkevin’
Dogan, anî ziman ku azadî tenê derneketina kolanan e û divê azad biryara pêşeroja xwe jî bide û weha axivî: “Divê jin di aliyê aboriyê de jî azad be. Divê jin xwe ji malê rizgar bike û karibe bi serê xwe biafirîne. Kiras û fîstan ji bo jinan cihekî taybet digire. Ev çanda kiras û fîstan ji bo jinan remza zindîbûnê ye. Jin ji bo rojên taybet, şahî û dawetan gelek dixwazin. Ez ji vî kari hez dikim û eleqeya li hemberî kiras û fîstan gelek zêde ye. Kiras û fîstan çanda jina Kurd e. Ez hem ji vî karî hez dikim û hem jî ji bo parastina vî pîşeyî têdikoşim.”
DÎHA/MÊRSÎN