Hevseroka Komeleya Demokratîk û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Zîlan Tanya têkildarî hilbijartinên meha Gulanê yên li Îranê, nexşerêya KODAR’ê, peywendiyên di navbera aliyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê û rewşa kolberên Rojhilatê Kurdistanê de peyivî.

Zîlan Tanya îşaret bi hilbijartinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir, bi bîr xist ku hilbijartina Serokkomariyê û hilbijartinên meclîsên bajar û gundan pêk tên. Tanya guhertinên li cihanê û herêmê jî bi bîr xistin û got, “Ev guhertin, guhertineke xweber ya îcbarî ji bo hemû hêz û dewletan pêk tîne. Ev mijar ji bo Îranê jî bi heman şêweyî ye. Her wiha asta nerazîbûnên navxweyî yên gelên Îranê heye. Ji ber ku zilmeke mezin li ser hemûyan tê kirin. Ew hişmendiya niha li nav rejîma serdest a Îranê heyî nasname û hebûna gelan înkar dike. Mafê gelan înkar dike. Di aliyê aborî, çandî û hemû aliyên din de, li ser gelan zextan dimeşîne. Êdî gelên Îranê nikarin di bin zilm, zordarî û çavtirsandinê de bijîn. Di vê qonaxê de, ji ber nêzîkbûna hilbijartinan, heta rayedarên Îranê jî behsa di ber çavan re derbaskirina siyaseta xwe dikin. Em vê rewşa niha ya Îranê qebûl nakin. Em nabin bazinek ji siyaseta derewan û em destwerdana navxweyî ya Îranê qebûl nakin. Di rewşeke wiha de nabe ku em tenê li benda wan bimînin ku hikûmet projeyan pêşkêş bike û guhertinan çêke. Ev erka me hemûyan e ku em ji bo guhertinan gavê biavêjin. Ji ber wê, weke aliyekî siyasî û civaka Rojhilatê Kurdistanê ji bo çareserkirina van krîzan me ev nexşerê pêşkêş kir.”

Projeyeke demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêkan

Ji bo naveroka vê nexşerêyê Zîlan Tanya got, ew projeyeke demokratik e û çareseriya pirsgirêkan tê de heye û wiha peyivî: “(Proje) Hem hikûmetê û hem jî civaka Îranê dihewîne. Ev nexşerê dikare aramî, aştî û sîstemeke demokratîk li gel xwe bîne. Lê ji bo vê divê lijneya hevbeş pêk bê. Me heşt lijne ango Lijneyên Jinan, Aborî, Civakî, Çandî, Gelan û yên din destnîşan kirin. Ev komîsyon hevbeş in ku hemû reng û dengan dihewînin. Projeya dewletê jî dikare xwe li gel vê projeyê biguncîne.”

Hevseroka KODAR´ê îşaret bi krîzên navxweyî û derve yîn Îranê kir û got, ji bo rizgarkirina xwe Îran divê siyaseta xwe biguherîne. Li gorî Zîlan Tanya „Bi hebûna projeyeke demokratîk ya ji bo gelên Îranê, Îran dikare xwe ji van krîzan rizgar bike û ber bi demokratîkbûnê ve biçe.” Zîlan Tanya hişyar dike, heger ev yek pêk neyê hingê “Rejîm li ser sîstema xwe ya faşîst û dîktatorî dewam bike, sedem heye rewş ber bi teqînê ve biçe.”

Weke encama diyalogê nexşerêyek 

Hevseroka KODAR´ê Zîlan Tanya da zanîn ku beriya amadekirina nexşerêyê ew pirraniya gelên Îranê re peyivîne, minaqeşe kirine ka ev proje çawa wê li qencî û xêra hemû gelên Îranê be. Tanya dide zanîn ku nûnerên van gelan proje pejirandiye, lê belê proje bi rengekî fermî pêşkêşî ti aliyî nehatiye kirin.

Li ser pirsa derbarê helwêsta dewleta Îranê de jî Zîlan Tanya got, “Ev hewldan û destpêkek e. Heger Îran qebûl neke jî em ê hewl bidin. Têkoşîneke demdirêj jê re divê. Dibe ku neyê qebûlkirin. Lê ev nayê wê wateyê ku ev projeya me tenê ji bo dema hilbijartinê ye. Ger ev niha neyê qebûlkirin dê careke din, bi şêwazekî cûdatir giringî bi vê têkoşîna me bide.”

Helwêsta yekgir girîng e

Li ser mijarê Zîlan Tanya îşaret bi girîngiya helwêsta aliyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê kir û wiha peyivî: “Ji bo amadebûn û pêşwazîkirina vê qonaxa nû ya ku bi pêş dikeve, divê em hemû tevgerên Rojhilatê Kurdistanê hevdeng û hemfikr bin. Ji bo em karibin rewşa Îranê ya niha û siberojê baş binirxînin û divê em weke aliyên Kurd çi gavan biavêjin, me hevdîtinek li gel eniya Komele kir. Me ev pirsgirêk bi berfirehî guftûgo kir. Ew jî kêfxweş bûn. Ji ber wê hêvî heye ku aliyên Rojhilatê Kurdistanê hev bigirin û li gorî wê helwêsteke hevbeş nîşan bidin. Têkoşîneke  demdirêj ji bo vê pêwîst e. Bi hevdîtineke tenê dibe ku çareserkirina hemû pirsgirêkan weke xeyal bê dîtin. Ev jî ji bo me qonaxeke têkoşînê ye. Her çiqas cûdahiyên me hene jî lê xalên me yên hevbeş jî hene. Em zêdetir li ser xalên hevbeş radiwestin. Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê metirsiyek heye. Ji ber ku divê ji bo her guhertinekê tevgerên Rojhilat parçe nebin, pêşî li duparçebûnê bigirin û gavê ji bo tişta gelê me hêviya wê dike, biavêjin.”

Li ser pirsa daxuyaniya heft aliyîn ji Rojhilatê Kurdistanê ya der barê helwêsta wan a beramberî hilbijartinan de Hevseroka KODAR´ê Zîlan Tanya da zanîn ku ew nehatine vexwendin û wekî din jî projeyeke wan aliayan a hevbeş jî nîne û heger eniyeke têkoşîna hevbeş pêk were jî, ew ê bi daxuyaniyeke hevbeş vê ragihînin.


ŞINA FAYEQ / ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN