Lêkolîner, nivîskar û weşangêr Mehmet Bayrak beriya bi çend rojan behsa dewra çerxên dewletê û dewra wan li asîmîlekirina rêûresmakurdî kiribû û nexasim jî cihê planên weke “Şerq Islatê” di vê yekê de destnîşan kiribû. Hem ji ber nêzîkbûna Newrozê û hem jî di vê demê de ku ji bo rîtuelan herî dewlemd e, em li ser rîtuelên sersalê nexasim di nava diyanetên batinî de bi mamoste Bayrak re peyivîn. Mehmet Bayrak ji bo erdên Kurdistanê û Mezopotamyayê dibêje, ji wan erdan in ku rîtuel herî zêde li wan hatine hilberîn û pirrengkirin; û ne cihê ecêbmayînê ye ku ev bêhtir bi kirasê dîn û dîyanetên batinî gelekî xurt bûye, lewma li gorî Bayrak “çiya” faktoreke sereke ye ji bo pêkhatin û parastina van dîn û diyanetên batinî.


Koka dewlemendiya rêûresman û rîtuelan li Kurdistanê cenabê te çawa dinirxîne?

Pêşî baweriyên xwezayî, paşê baweriyên felsefî, paşê ji yekbûna van herduyan pêkhatina dîn û diyanetên xwezayî û felsefî, piştî wan dînên pirrxwedayî, yek xwedayî û ji hingê ve rêûresm û rîtuel her kiras (lîbas) diguherin, nasnameyê diguherin, lê heta roja îro tên. Di koka van diyanetan hemûyan mîtolojiyên kevnar hene û di koka rîtuelan de jî ev mîtolojî hene. 


Rituelên li nav Kurdan ên ji rêûresmê bi pirranî li ser çerx û lixwevegera salê û werzan in, gelo sedemeke vê heye?

Cihê van di mîtolojiya kevin de hene. Her dîn hêmanên xwe li van mîtolojiyan û rîtuelên heyî zêde dike. Di vê çarçoveyê de pîrozbahiyên sersalê û rîtuelên elaqedarî çerxa salnameyê jî di nav de, weke baran berdanê, weke rêûresma çûna zozanê, ev hemû hem xwedî kokên kevin in û hem jî ji wan rîtuelan in ku jiyana civakî ew ji nû ve bi gewde kirine. Şert û mercên xweza û avhewayê yên civaka jî yekser bi vê yekê re elaqedar e. Weke nimûne, Kurd ji ber ku li çiyê ne, baweriyên batinî di nava wan de gelekî geş bûne. Jixwe em pê dizanin ku baweriyên batinî li deverên çiyayî bi pêş dikevin. Kulta “çiya” di vir de pirr girîng e. Ji bo van baweriyên batinî rêze çiya pirr muhim in û ji bo Kurdan jî ev wisa ye. 

Rîtuelên sersalê, beran berdanê û yên weke van, hin ji wan ji ber xwedîkirina sewalan li jiyana civakî zêde bûne, hin ji wan jî ji ber ku bi çandiniyê re elaqedar dibin, rêûresm rîtuelên elaqedarî çandiniyê ne ku di peywenda dewr û çerxa salê de ne.


Destpêkirina salê di pêkhatina van rîtuelan de xwedî cihekî çawa ye, weke sersal, Newroz, Çarşema Serê Nîsanê?

Destpêkirina salê girîng e, nexasim sersala ku em dikarin bibêjin a Kurdan e, êvara 13´ê Çile bi 14´ê Çile ve girêdide. Wêjeya van pîrozbahiyên sersalan jî hene, li hin deveran Xwedê li hin deveran Xizir aktorên sereke ne. Hin jê jî heta bi parastina heywanan jî diçe, weke “Serê salê binê salê, xwedê bihêle pisîka li binê mangalê”. Kulta Xizir jî fîguerekî girîng e ji bo rituelên salê, nexasim li Dêrsimê.

Li Kurdistanê û Anatolê jî baweriyeke belav a bi navê Xizir Êlyas heye, li gorî baweriyê roja ku pêxember Xizir û Êlyas hatine cem hev ango 5 û 6´ê Gulanê ev tê pîrozkirin. Ji bo vê jî, êvara 5´ê Gulanê li bin şitleke gulê tiştekî ku nîşana miradekê ye, tê danîn yan jî bi guliyeke wê ve tê kirin. Ji ber vê rituelên ku em weke sersal bi nav dikin, yan jî ew ên ku teqabulî hişyarbûna xwezayê dikin, gelekî belav in weke Xizir Êlyas ku ehm li nav Kurdên Elewî û hem jî li nav Kurdên din tê pîrozkirin.

Ji bilî sersala Çile, sersala di navbera 20 û 30´ê Adarê de bi 21´ê Adarê û Newrozê jî heye, tevî rêûresma Kose Gelî ku tevî muzîkê û şahiyên tê pîrozkirin. Wekî din daxwaz û mirad jî li gorî hêviyên gel reng digirin, teşe digirin. Mesle êdî li nav me Kurdên Elewî ji bo sersalê dibêjin, “Serê salê, binê salê, xwedê aştiyê bixe vê malê”.


Li ser baweriyên batinî mirov dikare elaqeya rîtuelên çerxa salê bi mirin û jiyanê re deyne, yan jî mirin û jiyan çi ne?

Di baweriyên batinî de têkiliya di navbera Yezdan û insên de guhertiye. Weke Elewîtiya bi rastî, ev bawerî wahdetî mewcûdvan in, weke di diyalektîkê de di zanistê de ti tişt ji tine peyde nabe, ji heyî tine nabe, lê belê kiras diguhere. Ji ber vê yekê di Elewîtiyê de bawerî bi wê nîne ku mirin heye. Bawerî bi wê ye ku kiras (lîbas) tê guherîn. Ango bi wê tê bawerkirin ku tevahiya heyiyan wê kiras, yan jî nasnameyê biguherin û jiyanê dewam bikin di peywenda yekîtiya wucudan de (wehdetî wucûd). Ji ber vê jî ev hêza ku em jê re dibêjin xwedayî, hêzeke bi tevahî li gerdûnî ye. Eksa vê ya herî muhim jî mirov li cem insên dibîne. Nexasim jî ew ê ku jê re tê gotin insan-î kamil. Ango ew kesê êdî bi ilma wê dizane. Ango insanî kamil (insanî bêqisûr) di heman deê de xweda ye. Koka vê heta bi efsaneya Gilgamêş jî diçe, ew peyva dibêje “Xweda, mirovên bêmirin, mirov xwedayên bi mirin in” ev li cem Elewiyan, ez heq im, ango xwedê li cem min e. Lewre yê ku heta bi vê radeyê têgihiştî jî mirov e. Ji ber vê jî gelek qîmet bi insanan tê dayîn. Minakên Helacê Mansûr, Hur Wefayî Kurdî li holê ne ku hema hema di heman demê de ne. Gelek fîlozof û şairên ku ev fikr qebûlkirin, berdêla vê bi jiyana xwe dan. Yek ji yên ku hat gurandin û qetilkirin jî Nesîmiyê Kurd e. 



LOKMAN TURGUT