Promiyera lîstika Kirêciyê Nû ya Teatra Yekta Hêvî li Şaniya Bajêr a Amedê xelk kenand û hizirand. Derhêner Ozgur Adiguzel dibêje, di lîstikê de xizan bi ziman in û dewlemend bê ziman, ji ber ku yên xizan dijîn û yên dewlemend najîn.
Teatra Yekta Hêvî bi promiyera lîstika xwe ya “Kirêciyê Nû” perdeya dika xwe vekir. Derhênerê lîstikê Ozgur Adiguzel e; ew li ser lîstikê dibêje, rexneyeke li rengê kapîtalîzmê yê sedsala 20´an e.
Teatra Yekta Hêvî ya li Amedê xebatên xwe yên şanoyê bi rê ve dibe, bi lîstika xwe ya nû ya bi navê “Kirêciyê Nû” perdeya sezonê vekir û promiyera wê jî da pêşandan. Lîstika “Kirêciyê Nû” ya nivîskarê fransî Eugène Ionesco ye. Ionesco ev lîstik weke drama ji bo ser dikê amade kiribû. Lîstika ku behsa rewşa têkiliyên di civaka kapîtalîst a sedsala 20´an de dike, hat wergerandinî Kurdî. Lîstîk ji bo cara yekê li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê hat pêşandan.
Dramayek ji bo kenandin û hizirandinê
Gelek şanohez û xelkê Amedê beşdarî promiyera lîstikê bûn. Hin kêliyên lîstikê temaşevanan kenandin jî. Lîstika qederê saetekê dewam kir, li ser têkiliyên civaka kapîtalîst, temaşevan hizirandin jî. Dema lîstik bi dawî bû temaşevanan li ser piyan li çepikan da.
Derhênerê lîstikê Ozgur Adiguzel piştî lîstikê yek bi yek malavahiya wan kesan kir û ku di ber lîstikê de xebitîne û keda wan di çûna serî a lîstikê de heye.
Adiguzel anî ziman ku keda derhenêrê wan Giyasettîn Şehîr ê beriya çend rojan bi îdaya “Endamê rêxistinê ye” hat girtin jî di lîstikê de hebû û di şexsê Şehîr de wî silav li hemû girtiyan kirin.
Dewlemend bê ziman in
Adiguzel paşê ji me re wiha behsa naveroka lîstikê kir: “Kesek mala xwe nû bar dike, diçe avahiyekê, û kel û melê xwe ji kartonan derdixe. Di vir de lîstika me hem behsa civakê û hem jî ya kesayetê dike. Jinek dixwaze bibe dergevanê wê avahiyê û behsa xizaniya xwe dike. Ev jin behsa hemû jiyana xwe dike. Lê ev kirêciyê nû ku zilam e qet neaxive. Piştî zilam naxive hemal tên ku kel û melên wî bînin hundir. Di vir de ev derdikeve holê, yên feqîr in, ji xwe re pûç û vala diaxivin û yên ku dewlemend in jî qet naxivin û najîn jî. Çimkî jiyana xwe li ser malê dinyayê ava kirine. Di dawiya lîstikê de ji ber ku ewqas kel û melên zilam pirr in, di nav de ditengije û difetise. Ionesco di vir de balê dikişîne ser jiyana mirovan ku jiyana wan li ser alav û tiştan e. Yanî bi kurtasî lîstik rewşa kapîtalîzmê dinirxîne û rexne dike.”
Adiguzel destnîşan kir ku ew xebatên xwe di bin banê Mala Hunerê Duçemê de bi rê ve dibin û ew ê ji niha şûn ve li gelek deverên din jî derkevin ser dikê. Adiguzel got, ew nêzî çar mehan li ser lîstikê xebitîne û bi awayekî kolektif lîstika xwe çêkirine û lîstikvanên vê lîstikê jî 4 kes in.
MA / AMED