Di meşên karnavalê yên li Elmanyayê de yek ji temayên sereke yên rêûresman bû Erdogan û êrîşên wî yên li dijî demokrasî û azadiya çapemeniyê. Di meşa rêûresma karnavalê ya bajarê Mainzê de Erdogan li ser mekîneyeke dirûna giya bû ku dabû nav mêrg û çîmenên têr kulîlk. Ev kulîlk jî demokrasî û azadiya çapemeniyê bûn ku wî bi mekîneya xwe didirûtin. Ango Erdogan îsal jî wekî dijminê sereke yê demokrasiyê di nava temayên karnavalê de li Elmanyayê cihê xwe girt.


  MAINZ