MELÎKE AYDIN/ŞÛJIN / DÊRSIM 


Nivîskara pirtûka ‘Nare Kadin’ Bahar Kizil, dibêje, “Zimanê Kirmanckî ya li Dêrsimê zimanê jinan e, hewl tê dayîn li vê erdnîgariyê bê tinekirin. Lê divê, li vê erdnîgariyê bê bipêşxistin.”

Bahar Kizil a dibêje, divê belgeyên ji destê yekem yê ji rabihuriyê heta îro bên hiştin. Di pirtûka xwe ya yekem ‘Nare Kadin’ de şopên jinên Dêrsimê yên li ser wê mane, ew vedibêje. Baharê diyar kir ku Dêrsim bajarekî jinan e û got, li dijî asîmîlasyona li erdnîgariya Dêrsimê, divê Kirmanckî bê bipêşxistin.


‘Erdnîgariya Dêrsîmê jiyanê diparêze’

Bahar a di beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Stenbolê de xwendiye destnîşan kir ku tevî ku Kirmanckî zimanê dayika wê ye jî piştre bi hewldanên xwe hînî bûye û piştî ji hevjînê xwe veqetiyaye bi jina Dêrsimê re empatî kiriye û got, “Jina Dêrsimê tevî asîmîlasyonê jî berxwedêr e û di şert û mercên zehmet de jî jiyan heyî kiriye. Jixwe, jiyaneke di nav çar çiyayan de teng bûyî, zehmet e. Jinên Dêrsimê di dîrokê de têkoşîneke dîrokî kirine. Me jî, ango zarokên wan jinan, para xwe ji vê girtiye. Erdnîgariya Dêrsimê jiyanê diparêze.”

Baharê got di Kovara Kosmos a Kirmanckî de nivîsa bi navê ‘Di Hezîranê de mirin zehmet e’ nivîsiye û got, di Cejna Zimanê Dayikê de di lîstikeke şanoyê de hatiye lîstin. Baharê da zanîn ku divê zimanê dayikê di temenê zarokatiyê de bê fêrkirin û got, ew hedef dike ku ji pêşdibistanê zimanê Kirmanckî bête fêrkirin.


Rexneyek li cinsiyeta civakî

Li vir bi girîngî divê îşaret pê bê kirin ku fikra Bahar Kizilê a dibêje, parastina Kirmanckî misyona jinan e, dana der a tesîreke cinsiyeta civakî ye. Ango di rastiyê de di nava civakê de ew rolên ji cinsan re hatine diyarkirin, bi tesbîteke bi vî rengî tên erêkirin. Danûstandina zimanî ya ferdên civakê yîn hemû cinsan û hemû temenan heye û her kes li gorî dewr û rola di wê civakê de mumkin, yan jî weke ferd çawa dikare di nava wê civakê de mumkin bike, biguhere yan jî adetê biparêze, bi rengekî yan jî yê din ziman bi kar tîne. Ji ber vê yekê weke misyona jinan îşaret bi zimên kirin, di warê rolên cinsiyeta civakî diyarkirî de tehlûkeyan dihewîne.