Di ser erdheja mezin a Mijdara 2017’an re ku li herêma Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê rûda, 11 meh derbas bûn. Lê hîna jî bi sedan kes di konan de ne.

12’ê Mijdara 2017’an li Kirmaşanê bi şiedeta 7.3 pileyan erd hejiyabû û herî kêm 630 kes miribûn, 8.500 kes jî birîndar bûbûn. Ev erdhej erdheja herî dijwar a 10 salên dawî ya li Îranê bû. Zêdeyî 70 hezar kesî neçar mabûn ku ji ber erdhejê cih û warê xwe biterikînin. Gelek mirov ji ber serma û seqemê piştî erdhejê mirin.

Rejîma Îranê ji bo mexdûrên erdhejê karekî cidî nekir. Tevî ku 11 meh di ser erdhejê re derbas bûne, hîna jî gelek mirov li derve mane.

Vê zivistanê jî wê li derve bin

Şaredarê bajarê Sarpolê Zahab ê Kirmaşanê, Mûhamed Cemal Niya got, 30 ji sedî yê mexdûrên erdhejê hîna jî li derve ne.

Niya îşaret bi rewşa mirovên bê cih û war kir û got, “Ji bo rijandina betonê 28 roj divên. Em dibînin ku sererastkirina hemû malan bi krediyên biçûk wê demeke dirêj bidome.”

Wateya vê jî ev e; bi sedan kes wê vê zivistanê jî di nava sir û seqemê de li derve bimînin.

Gurçikên xwe difiroşin

Li gorî rêxistina mafên mirovan a Îranê, pirsgirêka avahiyan gelekî giran e ku li hin herêman mirov ji bo xaniyên xwe ji nû ve çêkin neçar dimînin gurçikên xwe bifiroşin.

Serokê Meclîsa Şaredariya Sapolê Zahab, 14’ê Îlonê ji ajansa nûçeyan a Îlna re axivî û rêveberiya Serokkomar Hasan Rûhanî rexne kir ku tiştekî nake û got, hinan ji şêniyên herêmê gurçikên xwe firotine.

 

ANF/KIRMAŞAN