Kitêba Antolojiya Helbesta Nûjen a Rojava
Helbestvan û nivîskar Cano Şakir kitêba ’Antolojiya Helbesta Nûjen a Rojava’ amade kiribû û ev berhem Sibata bihurî ji weşanên Ar derketibû. Di pirtûkê de helbestên 96 helbestvanên ji Rojavayê Kurdistanê û agahiyên li ser jiyana wan hene.
Ev kitêba hanê ya li Stenbolê derçûyî, berhema dehan a Cano Şakir e. Cano Şakir ji bo vê pirtûka xwe dibêje, ''Xebata min salekê kudand. Dixwazim vê bêjim, min di nava salekê de karî xwe bigihînim 107 helbestvanan. Her wiha ji van tenê 96 beşdar bûn. 11 hebestvanên ku tevlî nebûn, 4´an ji wan bersiv da û 7 kesan jî tew bersiv jî neda. Li vir dixwazim bibêjim ku li Rojavayê Kurdistanê bingehek xurt ji bo helbesta Kurdî (Kurmancî) tê danîn."
Axir Cano Şakir dibêje, wî qismekî lêkolînî jî di destpêka antolojiyê de nivîsiye, da ku helbestê bide nasîn û xasma şirovekirin û naskirina helbesta dinyayê hinekî mumkin bike; lewma bi ya wî heta ev nebe, "aliyekî me yê wêjeyî wê seqet û lawaz bimîne.''
Kitêba antolojiyê weke malekê weke pirekê
Cano Şakir dibêje, ev xebata wî bi rengekî ji rengan dibe weke malekê, weke pirekê ji bo wan şairên her yekî li welatekî, da bên cem hev. Ew dibêje, piştî ku kitêb Sibatê ji weşanên Arê derketiye, niha êdî hêdî hêdî tê belavkirin: "Li Rojava hêdî hêdî tê belavkirin, li Stenbolê û Bakurê Kurdistanê jî. Ez bi xwe hewl didim ku kitêb bigihîje Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, bigihîje wan deverên Kurd lê ne. Bi înîsiyatîfa xwe û hin saziyan vê dikim."
Kitêba Antolojiya Helbesta Nûjen a Rojava, tevî qismê lêkolîna helbestê ji 718 rûpelan pêk tê, û ji Weşanên Arê li Stenbolê Sibata 2020´an derçûye.
FRANKFURT