Li bajarê Tirkiyeyê Kirşehîrê polîsên vê dewletê kitêbeke dîrokî ya destxetan desteser kir. Kitêba ku li ser nivîsa Ibrî diyar e, pelên wê ji çerm in. Li ser çerm bi rengên cihê xêz hene û xetên nivîsê jî ji ava zêr û rengên din çatiye xetkirin. Kitêba hanê ji Mêrdînê ji bo firotinê, qaçacçiyan dibir Stenbolê. Bi qasî hat zanîn, kitêb di dema şerê navxweyî yê li Sûriyê de ji muzexaneyeke bajarekî hatiye dizîn. Kitêb a figurên dînî li ser eşkere ne, ji 16 rûpelan hatiye pê. Bi qasî hat zanîn i ser bûyerê du kes hatin destgîrkirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN