Weşanên Înîsiyatîfa Navneteweyî (Înternatîoal Înîtîatîve Edîtîon) ya ku pêkhateyeke ‘Înîsîyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Abdullah Ocalan re – Aştî ji Kurdistanê re’ ye, diyar kir ku ew ê di rojên pêş de hin pirtûkan biweşîne. Hate diyarkirin ku wê hin pirtûk dîjîtal û belaş bin.

Di vê çarçoveye de pirtûka ‘Navdixwedana li dijî Modernîteya Kapîtalîst:  Eşkerekirina Modernîteya Demokratîk – Berxwedan, serhildan û ji nû ve avakirina wê’ vê Nîsanê bi sê zimanan bê weşandin. Di kitêbê de hemû axaftin û metnên di konferansa ‘Network for an Alternatîve Qûest’ a sisiyan a di 2017’an de cihê xwe digirin. Kitêb wê bi Ingilîzî û Elmanî berdest be. Kitêb wê weke PDF li ser înternetê bê belavkirin.

Weşanên Înîsiyatîfa Navneteweyî pirtûka ‘Fikra Siyasî ya Abdullah Ocalan’ jî îsal bi Fransî çap kiribû. Înîşiyatîf çaav li rê ye wergera Elmanî û Ingilîzî ya pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk 3 - Sosyolojiya Azadiyê jî biweşine. Wergera Ingilîzî wê ji weşanên PM Pressê peyda bibe û ya bi elmanî ji Unrastê.

Agahiyên pirtûkên nû û yên tên amadekirin li ser malpera Weşanên Înîsiyatîfa Navneteweyî hene.

http://www.freeocalan.org/books/#/turkce

http://ocalanbooks.com/#/turkce              

 

 NAVENDA NÛÇEYAN