Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK´ê Diyar Xerîb di çilrojiya şehadeta xwe de li Silêmanî hat bibîranîn û di bibîranînê de 6 kitêb û broşurên wî yên jinûveçapkirî, li haziran belav kirin.
BERHEM LETÎF / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Şeş pirtûk û biroşurên Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) bi boneya çilrojiya şehadeta wî, ji nû ve hatin çapkirin. Jixwe doh jî di merasîma bîranînê ya çilrojiya şehadeta wî de ev pirtpk hatin belavkirin.
Diyar Xerîb (Helmet) di 5’ê Tîrmehê de li gel du gerîlayên din di encama êrişeke hewayî ya balafirên şer ên dewleta Tirk de li Qendîlê şehîd bûbû. Doh çilrojiya şehadeta wî bû. Bi boneya çilrojiya şehadeta wî, hevalên wî şeş pirtûk û biroşurên Diyar Xerîb ji nû ve çapkirin û di merasîma bîranînê de belav kirin.
Pirtûk û biroşurên ku ji nû ve hatine çapkirin ev in; “Xwendinek nû ji bo dîroka Kurdistanê, Kurte dîroka Iraq û Başûrê Kurdistanê, Manîfestoya Ciwanên Başûrê Kurdistanê, Xwerêveberiya demokratîk, Krîza sîstem û pirsgirêka pêşengtiyê li Başûrê Kurdistanê, û Lênêrîneke li ol û baweriyê.
Destnivîsên wî jî wê bibin kitêb
Ev şeş berhemên şehîd Diyar Xerîb beriya niha hatibûn çapkirin û belavkirin. Ev cara duyemîn têne çapkirin. Doh di merasîma çilrojiya şehîd Diyar Xerîb a li ber mala dayika wî ya li taxa Bextiyarî ya li Silêmanî de ev pirtûk bê pere li xelkê hazir hatin belavkirin.
Ji bilî van şeş berheman, çend berhemên din hene ku şehîd Diyar Xerîb bi dest nivîsîne. Tê payîn ku ev berhem jî siberojê werin çapkirin.
Diyar Xerîb di sala 1973’yan de li gundê Sêwsênan ê Qeredax a ser bi Silêmaniyê ji dayik dibe. Çend salan li gund dijî, piştre di sala 1980’yî de bi malbata xwe re diçe Silêmaniyê. Sala 1996’an tevlî nav refên PKK’ê dibe. Ji sala 2008´an ta 2014’an Hevserokê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) bû. Piştre bûye Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê.