Komelgeya Jinên Azadiya Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi wesîleya 9’emîn salvegera şehadeta Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderan û Şîrîn Elemholî daxuyaniyeke nivîskî weşand. KJAR’ê di şexsê şehîdên sêdarê de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û got, ”Şehîdên 9’ê Gulanê û hevalên di zindana tarî ya komara sêdare ya Îranê de, bi berxwedana xwe careke din hêvî û azadiyê di nava dilê gelê Rojhilatê Kurdistanê de zindî kir. Niha jî siyaseta rejîma Îranê ya ji bo kursiyê desthilatdariyê li ser gelên xwedî prensîb dewam dike. Îranê dixwest bi darvekirina 5 girtiyên siyasî îradeya Kurd û azadîxwazan bişikîne. Lê ne dizanî ku gel ji bo bidestxistina mafê xwe bi dehan caran li hemberî van kiryaran hatine û ti carî çavtirsandî nebûne. Berevajiyê wê hesta tolhildanê li hemberî dagirkeriyê zêde bûye.”
KJAR’ê di dewamê de bal bire ser armanc û kesayetên şehîdan û got, "Berxwedana şehîdên 9’ê Gulanê îsbat kiriye, ji bilî berxwedanê û xurtkirina têkoşînê, li hemberî zilma dewleta Îranê ti rêyeke din nîne. Divê em baş bizanin ku em ji her demê zêdetir nêzî azadiyê bûne, bêguman ev jî hemû bi saya şehîdan pêk hatiye. Hevala Şîrîn weke keçeke Zagrosan bi qehremaniya xwe ya bê wêne, dîroka berxwedana hezaran sal di nav dilê jinên Rojhilatê Kurdistanê de zindî kiriye. Herwiha hêz daye hemû jinên azadîxwaz. Heval Şîrîn di axaftineke xwe de dibêje, ‘Dibe ku hûn bikarin canê me bistînin, lê hun nikarin îrade û şerefa me teslîm bigrin’."
Herî dawî KJAR’ê di daxuyaniya xwe de bang li hemû jinan kir da ku piştgiriya berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li dijî Ocalan bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN