“Divê dest ji lîstokên li ser Rêbertiya me berdin! Li cihê ku polîtîkaya qirkirin û tecrîda nû lê bê nîqaşkirin, dê ji desthilatiyê re bibe goristan.”Koordînasyona KJB’ê di daxuyaniya xwe nivîskî de bal kişand ser şert û mercên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got; “Rêbertiya me 13 sal in di girtîgeha Îmraliyê de bi awayeke rehîn tê girtin. Hewldana peydakirina kirsake zagonî ji bo îşkenceya tecrîda ku 6 meh in li ser Rêbertiya me tê meşandin, zilm e, rêbaza şerê herî qirê û neexlaqî ye. Em dixwazin careke din ji raya giştî re rabigihînin ku em ê weke tevgera jinê bi xurtkirina berxwedana xwe ya ji bo azadiya hevalê me Rêber Apo heta dawiyê têbikoşin.”

'Qirkirin li ser gelê Kurd e'

KJB’ê destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de, qirkirina siyasî li hemberî gelê Kurd tê meşandin û got; “Dixwazin di meseleya reşwa tenduristî, heta şêwaza darizandinê, heta hevdîtina ligel malbat û parêzeran de, hemû hîleyên hiqûqî û rêbazên nemirovane encam bigirin” û wiha berdewam kir; “Dixwazin gav bi gav raya giştî, gelê me û tevgera me hînî vê yekê hovitiyê bikin.”
KJB’ê got; “Ji vê zêdetir, cezayê hucreya di hucreyê de didin Rêbertiya me û ev yek jî yekser tenduristiya Rêbertiya me dixe nava zoriyan. Vê yekê bi rêya tecrîdê ji tevgera me, gelê me û raya giştî vedişêre. Polîtîkaya tolhildanê di konsepteke hatiye diyarkirin de tê meşandin û tê pêkanîn, ev yek jî sînorên exlaqî û wijdanî yên civakê dixe nava zoriyan. Ji ber wê jî ji bilî xurtkirina berxwedanê û serhildanan tu vebijarkên din nehiştine.

Berxwedana jinan silav kir
KJB’ê berxwedana ku jinên Kurd li her derê daye destpêkirin silav kir û got; “Em weke KJB’ê dibêjin ku; Divê dest ji lîstokên li ser Rêbertiya me berdin! Li cihê ku polîtîkaya qirkirin û tecrîda nû lê bê nîqaşkirin, dê ji desthilatiyê re bibe goristan! Bersiva ku me weke hevalên Zîlanan û Bêrîtanan daye vê yekê, kesên ku aqilê wan jê digirin, baş dizanin. Bi taybet, êşa qetilkirina 35 ciwanên me ya kete dilê me, dê bibe hevînê kevneşopiya vê berxwedana me.

Em bi aşkereyî hikûmeta AKP’ê hişyar dikin: "Divê tavilê tecrîda li ser Rêbertiya me were rakirin û divê der barê tenduristiya wî de agahî bidin malbat, parêzerên û raya giştî. Em bang li hemû jinan, gelê me, alî û derdorên demokrat û hemû dostan dikin ku li her derê ku lê ne berxwedanê xurt û geş bikin.”

ANF/BEHDÎNAN