
KJB’ê di peyama xwe de got, “Îlana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê, li tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn piştî Kantona Cizîrê bûye duyemîn gava mezin a neteweya demokratîk. Modela Xweseriya Demokratîk a Rojava, li Rojhilata Navîn weke sîstema adîl, wekhev, azad û demokratîk a hemû jin û gelan, modeleke mezin a alternatîf e. Ji bo gelê me û jinan, coş, kelecan û hêviyeke mezin afirandiye. Modela Xweseriya Demokratîk a ku li dijî koledarî, zilm û zexta sîstema modernîteya kapîtalîst a serdestiya mêr weke rêya rizgariya jinê û gelê me derket holê, sîstemeke ku bi xwedîderketin û hewldanên jinan dikare pêk were. Li ser vê bingehê di serî de li Rojava em bang li hemû jinên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî û Tirkmen dikin ku xwedî li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derkevin, wê biparêzin, bixin meriyetê û têkoşîneke hevpar bimeşînin. Rêveberiyên xweseriya demokratîk ên li Rojava hatin îlankirin, bi dîtina me wê di demokratîkbûyîna Sûriyeyê de rola pêşengiyê bileyzin.
Weke KJB em îlana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê pîroz dikin, bi bilindkirina têkoşîna azadiyê, azadiya jin û tevahiya gelan emê bersivê bidin bîranîna hemû şehîdên Rojava. Li ser vê bingehê em careke din Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê, ku rêveberiya hevpar a hemû gelan e bi coşeke mezin pîroz dikin.”
ANF/BEHDÎNAN
Pêwîste Başûr pîroz bike
Rêxistina Piştgiriya Rojvayê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kuristanê bang li hikûmeta herêmê kir ku destkeftiyên gelê Rojava pîroz bike û piştgiriyê bide.
Rêxistina Piştgiriya Rojvayê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kuristanê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku li şûna dijatiyê pêwîste rêvebiriya xweseriya demokratîk bê pîroz kirin û bang li hikûmeta herêmê kir ku destkeftiyên gelê Rojava pîroz bike û piştgiriya wê bike.
Di daxuyaiya rêxistinê de ev tişt hatin gotin:” Tevî hemû êrîş û komployên herêmî û navnetewî jî lê gelê Rojavayê Kurdistanê pergala xwe ya rêvebiriyê ava kirin. Ev pêngaveke dîrokî ye ku li vî parçeyê Kurdistanê tê jiyan kirin.”
Rêxistinê da zanîn ku desketiyên Rojavayê Kuristanê pêwîste ji aliyê hemû aliyên siyasî û rêxistinên sivîl ve bêne parastin û piştgiriya wan bê kiirn.
Rêxistinê bang li Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê jî kir ku li şûna dijatiyê pêwîste rêvebiriya xweseriya demokratîk pîroz bike û wiha dewam kir:” Pêwîste hikûmeta herêmê rê li pêşiya derbasbûna alîkariyên mirovî veke û destkeftiyên gelê Rojava pîroz bike û piştgiriya wê bike.
Rêxistinê di dawiya daxuyaniya xwe de soz da ku ewê xebatên xwe yên alîkariya gelê Rojava dewam bikim.
SILÊMANIYÊ