Ji bo piştgiriya çalakiya greva biçîbûnê ya Leyla Guven, hunermend Azad Bedran bi hevkariya hunermenda Rûs Svetlana re stranek çêkir û klîpa wê jî weşand.

Leyla Guven ev 45 roj e li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva biçîbûnê de ye. Azad Bedran û Svetlana jî bi weşandina kîlpa strana xwe ya bi navê “Leyla” piştgiriyê didin Leyla Guven û çalakiya wê. Herçî melodiya stranê ye ji muzîka ghelêrî ya Rûsyayê ye û jixwe dîmenên ji bo klîpê jî kli Rûsyayê hetine girin.

Azad Bedran ji bo bernameyekê çûbû Rûsyayê. Li wir gava rasta hunermend Svetlana tê, jê re behsa çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven dike. Vê yekê tesîr li Svetlana kir û herduyan biryar da ku bi hev re klîpekê amade bikin. Azad Bedran li ser mijarê got, “Weke hunermend me klîpek amade kir da ku dengê hevseroka CDK´ê ku îradeya miletekîtemsîl dike, bê bihîstin. Klîp di encama piştgiriya bi Leyla Guven û hepsiyên din derkete holê. Klîpa me jî bangeke li civakê ye. Em bangê li her kesî dikin da ku destekî bidin çalakiyê.”

Axir gotinên strana bi navê “Leyla” Ilyas Yucel nivîsandine û ev gotin li ser muzîkeke gelêrî ya Rûs hatine gotin. 

 

 NAVENDA NÛÇEYAN