Klub, bi armanca ciwanên ku diziyê dikin û tiryakê bikar tînin ji rêya xerab dûr bixe û beşdarî civakê bikin, dest bi xebatên aktîvîtên sporê kir. Klub, li semta Îskanevlerî ya Amedê bi piştgiriya gel hate avakirin. Klub di sala 2007’an de dest bi xebatên xwe kir û di 2008’an de bi awayekî fermî ket meriyetê. Di vê klubê de ji sedî 80 ciwan madeyên tiryakê bi kartînin. Klub di sala yekem de bû şampiyon. Divê klubê de ji xeynî futbolê faliyetên tenîs, avjenî û kişikên jî tên kirin. Klub, armcan dike ku bi van xebatên xwe yên sporê ciwanan ji tiryak, fihûş, dizî û lebatên xerab dûr bixe.
Serokê Kluba Îskanevlerî Sporê Latif Aydin, diyar kir ku gelek ciwanên ku dest bi sporê kirin dev ji madeyên tiryakê berdane û bi sedan ciwan beşdarî civakê kirine.
Aydin, anî ziman ku hedefa wan ne ji bo bibin şampiyona futbolê û wiha got: “Armanca me ew e ku em ciwanên ku ji civakê dûr ketine û ketine rêya xerab, dîsa li civakê vegerînin û wan têxin xizmeta civakê. Em dixwazin hemû ciwanê xwe ji reyên xerab dûr bixin.” Aydin, destnîşan kir ku ne ji bo bazirganiyê û şampiyonê, dijberî vê yekê ji bo ciwan pêş bixin û bikin pêşengê cevakê vî karî dikin.

‘Me bi 2 kesan destpêkir niha em 300 kesin’

Aydin, bilêv kir ku wan dema nû dest bi avakirina klûbê kir 2 kes bûn û ji ber eleqeya mezin niha hêjmara wan derketiye 300 kesan û wiha axivî: “Me bi 2 kesan dest bi xebatên klubê kir. Niha nêjmara me 300 kes e. Piştî me klub ava kir, kadroyê me derket 250 kesan. Lê di dema dawî de 50 kesên din serî li me dan. Her ku diçe aktîvîtên me bala ciwanê dikişînin. Lîstikvanê me tenê ne ji nav bajêr tên ji navçeyan û gûnde derdorê tên li vir qeydê xwe çêdikin.” Aydin, li ser rewşa aboriya Klubê rawestiya û wiha axivî: “Di mijara aboriyê de em gelek astengiyan dibînin. Ji bo aboriya me tûne di aliyê teknîka Klubê de gelek xebatê lîstîkvan li paş dimîne. Carna dema ku em diçin lîstika bi kesî re pere nîne ku pêvîdiyê xwe yên xwarin û vexwarinê bibîne.” Aydin, bang li hemê rayedarên futbolê û şaredariyan kir û xwest ku di derbarê aboriyê de ji wan re bibin alîkar.

BÎLAL GULDEM - DÎHA-AMED