Gelê Kurd yê li Berlînê pêşmergeyên birîndar yên ji bo dermankirinê hatine Berlînê bi hesten biratî û yekîtiyê ve hembêz dikin. Ji her çar parçeyên Kurdistanê rojane gelek kes û şande li nexweşxaneyê serdana pêşmergeyan dikin. Herwisa şandeyeke ji KNK ê û komeke ji rojnamevanên medya Kurdî pêkhatî jî serdana pêşmergeyên birîndar kirin. Di şandeya KNK ê de berdevkê KNK ê yê Almanya Kazim Baba, Serokê Cemeata Kurd yê berê Riza Baran, li ser navê partiya Komunîstên Kurdistanê Alî Ozer û endamê KNK ê îbrahîm Okuducu beşdar bûn. Herwisa li ser navê çapameniya Kurdî jî gerînendeyê kovara Şemamokê Yado Ciwan, ji BASNEWS ê Armanc Agîd Nêrweyî û li ser navê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka beşdarî hate kirin. Kurdên li paytexta Almanya Berlînê dijîn pêwendiyeke germ nîşanê pêşmergeyên ku di eniyên cur bi cur yên şerê li dijî rêxistina barbar DAIŞ ê de birîndar bûne û ev du hefte ne li Berlînê di nexweşxaneyekê de tên dermankirin, didin.

Pêşmergeyên bi navên Selîm Mihemed Binavî fermandarê yekeya 616 a wezareta Pêşmerge sinorê Daqoq li Kerkuk, Newfel Tirwanişî , fermande ser bi wezareta pêşmerge ve li Zumar birîndar bûye, cêgirê Efser Raber Faxir ser bi wezareta pêşmerge li Gondê Beşîr li Kerkukê birîndar bûye, Efser Adnan Mihemed li Guwêr birîndar bûye ku dastanek tomar kiriye û Mihemed Osman Mihemed, ev du hefte ne li Berlînê tên dermankirin û tedawîkirin.

 

Dixwazin vegerin sengeran 

Herwisa bi mebesta serdana pêşmergeyan şandeyeke ji KNK ê û komeke rojnamevanên Kurd jî pêr saet di 17.00 an de li navenda nexweşxaneya ku pêşmerge lê tên dermankirin, serdananekê pêkanîn. Di serdanê de dem bi dem dîmenên hestiyar hate jiyandin û pêşemergeyan dilşadiya xwe ya ji pêwendiya gel û aliyên siyasî yên Kurd re anîn ziman wisa jî diyar kirin ku ew bêsebir li benda noşîcaniyê ne, eger ew karibin rabin ser xwe ew ê demildest vegerine sengeran û li şerê dijî barbaran berdewam bikin.


Li kêleka min gerîla şehîd ket

Di serdanê de yek ji fermandarê pêşmergeyan Selîm Mihemed Binavî ji ku sala 1992 an ve pêşmerge ye, hest û nêrînên xwe yên derbarê şerê li dijî barbaran û yekîtiya Kurdistanî de wiha anî ziman: "Ji Şengalê heta Kobanê, ji Kerkûk heta Bakurê Kurdistanê yekîtiyeke me ya xurt pêkhat. Li sengera ku ez lê birîndar bûm, li kêleka min gerîlayekî HPG ê şehîd ket. Tevahiya kom û partiyên Kurdî yên çekdarî beşdarî li şerî kirin, divêt em vê ruhê hatî himatê baş bigirin û bernedin."

Binavî daxwaz ji medya û ragihandina Kurdî jî kir ku ji bo yekîtî û hevnêzîkkirina hêzên neteweyî kar bikin. Binavî ji serê xwe bi giranî birîndar bûye, operasyoneke giran derbas kiriye, lê ew bê,sebir li benda vegera nav refên şervanan e.

Fermandarê pêşmerge yê bi navê Newfel Tirwanişî jî ku li herêma Zumar birîndar bûye, demek li Batmanê hatiye dermankirin û piştre jî ji bo Berlînê hatiye veguhestin, nêrînên xwe wiha anî ziman: "Ez dikarim bêjim ku çu welatan bi qasî Kurdan baca azadiyê nedaye. Niha em behsa yekbûna gelê Kurd dikin, divabû ev ji mêj ve pêkhatiba. Ez wekî pêşmergeyekî Kurdistanê heta dawiyê bi doza Kurdistanê ve me û li gel hevalan em li benda vegera sengerên şerî ne."


'Divê yekîtiya siyasî jî pêk were'

Berdevkê KNK ê yê Almanya Kazim Baba keyfxweşiya xwe ya ji ber yekîtiya ku li her çar parçeyên Kurdistanê pêkhatiye anî ziman û hêvîdariya xwe ji berdewamiya vê pêvajoya yekîtiyê bi lêv kir. Endamê KNK ê Îbrahîm Okuducu jî got,  sê parçeyên Kurdistanê di ware pratîkî de bûn yek.


YEKO ARDIL/BERLÎN