Girkirina gelê Ermenî- Rûm, Suryanî, Asûrî, Keldanî û Kurdên Êzidî hêna labîrentên dîrokê de veşartî hatine hiştin.

Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) biboneya 98’mîn salvegera 24’ê Nîsana 1915’an Komkujiya Ermeniyan daxuyaniyek da û balkişande ser qirkirina gelan û diyarkir ku, sedsalek bi qirkirina gelan derbas bû, ji ber sedema feraseta faşîzan û dagirkeriyê gelê Ermenî hate qirkirin, koçber kirin û tehcîr kirin.
Daxuyaniya KNK’e biboneya 98’mîn salvegera Komkujiya Ermeniyan wiha berdewam dike: " 24’ê Nîsanê salvegera qirkirinê ye. Qirkina gelê Ermenî, Rum, Suryanî-Asurî-Keldanî û Kurdên Êzdî, mora xwe li sedsala bîstan da. Piştî 98 salan jî, em carake din wan rojên bi xwîn bibîr tînin û weke roja pêşî êşa qurbanên çemka faşîzan di dilê xwe de dibihîzin. Qirkirina gelan sucê mirovahiyê ye. Mixabin cîhana global jî, li hemberî van gunehkariyan bêdengiya xwe didomîne.
Qirkirina gelê Ermenî, Rum, Suryanî-Asurî-Keldanî, qirkirina Kurdên Êzdî, hîna di labîrentên dîrokê de veşartî ye. Gunehkarên sedsala bîstan, hîna sucê xwe mikur ne hatine û çemka kujer jî terk nekirine. Sedsala ku bi qirkirina gelan derbas bû, mîrateyeke bi xwîn li pey xwe hişt û bû bingeha şerê yekemîn yê cîhanê. Lê hêzên serdest û  faşîzan ji xwîna gelan têrnebûn, di destpêka sedsala bîstûyekê de jî, înkara dîrokê didomînin. Ji sedema çemka faşîzan û dagirkeriya li ser bingeha qirkirina gelan tê meşandin, cîhanê ber bi dahatûyek ne diyar ve dibe. Hêzên otorîter, ji bo berjewendiyên xwe qirkirinan dikin û nirxên mirovahiyê, şaristaniyên hezar salan tune dikin.
Hêzên dagirker, dîroka global bi xwîn kirin, îro jî soslojiya gelan bi xwîn dikin. Sîstema ku li ser xwînê hatiye avakirin,  dixwaze hukumraniya xwe li ser dîroka tevahiya mirovahiyê sazkar bike. Ev jî dibe sedema xezeba li dijî gelan û di encamê de, qirkirina gelan dike pratîkê. Mînaka wê jî, qirkirina gelê Ermenî, Rum, Suryanî-Asurî-Keldanî û Kurdên Êzdî ye."

Qirkirin tenê bikuştinê nema

Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) got:"Qirkirina gelê Ermenî, Rum, Suryanî-Asurî-Keldanî û Kurdên Êzdî, tenê bi kuştinê nema. Tehcîr û koçberiya perîşanî û xizaniya tunekirina li demê bilavkirî kirin pratîkê. Piştî 98 salan jî,  şopên êşkencê, xwîna di riyan de, gorên bi şikêran hatine destnîşan kirin xuya dikin. Hawar û qîrêna zarok, jin û kalan di gelî û mesîlan de têne bihîstin. Qirkirina Ermenî, Rum, Suryanî-Asurî-Keldanî û Kurdên Êzîdi bi destê Osmaniyên Îttîhadî pêk hat. Li Kurdistanê, di vê qirkirinêde Alayên Hemîdîyê (weke cerdevanên îro) yên ji Kurdan hatibûn sazkirin jî, cihê xwe li gel hêzên Osmaniyan girtine û tevlî qirkirinê bûne. Em weke KNK, qirkirina gelê Ermenî, Rum, Suryanî-Asurî-Keldanî û Kurdên Êzdî bi tundî şermezar dikin. Em bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku, li dijî înkara qirkirina van gelan dengê xwe bilind bikin. Qirkirin sucê mirovahiyê ye.” 

BRUKSEL




'Pêwîste komkujî were pejirandin'

Federasyona Komeleyên Kurd ya Almanyayê (YEK-KOM) bi munasebeta salvegera Komkujiya Ermeniyan  daxuyaniyekî nivîskî weşand. Saziyê di daxuyaniya dayî de balkişand ser komkujiya ku di sala 1915’an de li dijî gelê Ermenî hatiye kirin êşa wê di roja me de jî berdewam dike û got, ji bo dawî li vê trajediyê were pêwîste hesabê bidin dîrokê. YEK-KOM’ê di daxuyaniya xwe de bang li gelê Kurd jî kir ku, ji bo protesto kirina komkujiyê pêwîste tevlî meşan bibin.
YEK-KOM’ê destnîşan kir ku, bi milyonan Ermenî rastî komkujiyê hatine û wiha berdewam kir: “ Di sala 1915’an de komkujiya ku li dijî Ermeniyan hate kirin, yek ji komkujiyên di cîhanê de herî trajedîke. Bi milyonan Ermenî bi zorê hatin koçber kirin, qetilkirin. Û yên mayîn jî belavî gelek aliyên cîhanê bûn. Ev bûyerên ku rûda ne, ji bo Ermeniyan êş û trajediyekî ku nayê tarif kirine.”
Di daxuyaniya ku komkujiya li dijî Ermeniyan hatiye kirin bitundî şermezar kir, hate diyarkirin ku, “gelê Ermenî ye ji gelên herî kevin û qedîm yên herêmêne. Lê belê vê çemka tunehesibandin û komkujiyê, her wiha ji wî gelê qedîm ji wir rake komkujî pêkaniye. Ev kevneşopî di roja me de jî didome. Pêwîste dest ji vê çemkê berdin. Dewleta Komara Tirkiyeyê di serî de bi komkujiyên Ermenî, Elewî, Êzidî û Asûriya re rû bi rû were û ji van gelan lêborînê bixwaze. Pêwîste di demek kurt de dewlet bi dîroka xwe re were rû bi rû û komkujiya Ermeniyan bipejirîne.”

Banga tevlîbûne

Federasyona Komeleyên Kurd yên li Almanyayê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li endamên xwe yên li Almanyayê kir ku tevlî çalakiyên 24’ê Nîsanê yê protesto kirina komkujiyê ku li gelek bajarên welat pêktê bibin, kir.
- Bajarên Almanya yên dê meşên protestoyî lê pêkbên evin:
- Hamburg: seet: 17.00 li ber konsolosa Tirkiyeyê.
- Berlîn: seet: 14:00 li ber konsolosa Tirkiyeyê.
- Augsburg: seet: 14:00 li navenda bajar.
- Frankfurt: seet: 11-12: li ber konsolosa Tirkiyeyê. Di navbera seetên 17:00-19:00 dê meş çêbibe. Di heman seetê de, dê li kilîseye Paul semînerek bê organîze kirin.

DUSSELDORF