
Serokatiya Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya Cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê weşand û got; “Gelê Kurd Newroza 2012’an wergerande Newroza Azadiyê û bi îradeyeke azad. Em jî, dubare dikin ku îradeya gelê Kurd, îradeya me ye û Newroza Azadiyê li gelê Kurd, li endamên xwe, li girtiyên azadiyê û li çalekgerên di greva birçîbûna bê dem û dorveger de pîroz dikin.”
KNK’ê di peyama xwe de ragihan; “Gelê Kurd, bi giyanê şoreşgerî, Newroza 2012’an pîroz kir û da xuyakirin ku agirê Newrozê, berxwedan e û gihiştina azadiyê ye. Gelê Kurd, li hemberî êrîşên hovane yê polîsên AKP’ê, li hemberî fişekên ratsî û panzêran teva, Newroz, di giyanê Newroza azadiyê pîroz kir, plan û porgramên desthilatdariya AKP’ê berteref kirin û dewlet jî şkandin, îdeolojiya fermî ya nijadperestiya Tirkîtiyê têk birin.”
KNK’ê diyar kir ku gelê Kurd, îradeya xwe destnîşan kir û da xuyakirin ku, ji bilî îradeya xwe tu îradeyên din qebûl nake û wiha domand; “Di heman çarçovê de xwedî derketina li Xweseriya Demokratîk, xwedî derketina li Tevgera Kurd, xwedîderketina li serokê Tevgera Azadiya Kurd Abdullah Ocalan ji raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê re deklere kir.”
'Nîşandana îdareya azad e'
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) got; "Divê desthilatdariya AKP’ê û dewleta Tirkiyeyê rastiya gelê Kurd bibînin, û daxwaêzên rewa û mafdar bibihîze û bêyî dereng bimînin, erê bike û dilsoziya xwe ya çareseirya pirsgirêka Kurd, bi raya giştî re parve bike. Em di wê hêviyê de ne ku hêzên global jî, rastiya gelê Kurd û îradeya gelê Kurd, ku di Newroza 2012an de, vekirî û zelal derkete holê bibîne û daxwaêzn gelê Kurd, ku dibin bombeyên gazê û fişekên rastî yen polîsan tirk de, bi qîrêneke bilind ragihandina raya giştî bibihîsin. Gelê Kurd Newroza 2012’an wergerande Newroza Azadiyê û bi îradeyeke azad. Em jî, dubare dikin ku îradeya gelê Kurd, îradeya me ye û Newroza Azadiyê li gelê Kurd, li endamên xwe, li girtiyên azadiyê û li çalekgerên di greva birçîbûna bê dem û dorveger de pîroz dikin.”
'Rengê azadî û xweseriyê diyar bûye'
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di peyama xwe de bang kir û got; “Di vê çarçovê de em bang li entelektuelên Kurd jî dikin ku, di vê pêvajoya dîrokî de, di ve qoanaxa ku gelê Kurd raperîna şoreşgerî daye destpêkirin, bibin berdevkê gelê xwe û bi giyanê Nerwozê tevbigerin. Dive her rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û entelektuelê Kurd baş bizanibe ku, her gotina parastina doza Kurd û mafên xwezahî û rewa yên gelê Kurd, pêtek agirê Newrozê ye û di gihiştina azadiyê de xwedî giraniyek e.
Êdî, îradeyek azad derketiye holê û rengê dahatuya azad û xweseriyê eşkere bûye. Bi vê mebestê em bang li hêzên Kurd teva dikin ku, berpirsiyariya xwe ya li hemberî gel bînin cih û ji bo Konferansa Neteweyî gavên dilsozî biavêjin.
Bi vê mebestê em weke KNKe, car din têkoşîn û berxwedana destanî ya gelê Kurd ku di pîzorbahiya cejna Newrozea Amedê de destnîşan kir bi dilsozî silav dikin.”
ANF/BRUKSEL