Heyeta KNK'ê, ku ji bo avakirina platformeke hevpar a nirxandina mijara yekîtiya neteweyî dest bi serdana hêzên siyasî yên Kurd kiriye, doh li Silêmanî serdana Tevgera Azadî kir. 

Heyeta KNK'ê ku ji Alîkarê Hevserokan Tahir Kemalîzade, endamên Dîwana KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî û Perwîn Ezîzî, endamên KNK'ê Seyîd Ekrem û Ferhat Dostkî pêk tê, li Navenda Giştî ya Tevgera Azadî ji aliyê Hevserok Mihemed Ebdullah û endamên tevgerê Dr. Bekir Mecît, Bêrîvan Mihemed, Dara Hisên û Wahap Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

Hevdîtina ku li çapemeniyê girtî pêk hat, bi qasî saet û nîvekê dewam kir. Piştre daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayin. Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah got, KNK di pêvajoyeke dîrokî ya girîng de bi erk û wezîfeyeke girîng radibe. Ebdullah anî ziman ku Tevgera Azadî amade ye bi her awayî destekê bide karên ji bo yekîtiya neteweyî û got, "KNK, ji bo avakirina platformeke hevpar a li ser yekîtiya neteweyî, bi hemû aliyan re rûdinê. Bi vê armancê hate serdana me jî. Ji ber vê serdanê em kêfxweş in û spasiya van hewldanên wan dikin. Em dixwazin bibêjin, em amade ne bi her awayî piştgiriyê bidin û bi her şêwe erk û wezîfeyan rabin."

Endamên KNK'ê wê piştî serdana Tevgera Azadî bi hêz û partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê re rûnin.

KNK, piştî banga xwe ya ji bo avakirina platforma hevpar a nirxandina mijara yekîtiya neteweyî, roja 12'ê Hezîranê dest bi hevdîtinan kir û bi dorê çû serdana Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK), Tevgera Goran, Partiya Komala Îslamî, Partî Demokratî Kurdistan (PDK), Hizbî Zehmetkêşan, Yekgirtû Îslamî, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Bizûtneweyî Îslamî û Koma Civakên Kurdistanê (KCK).  


 SILÊMANÎ