
Ev şerê taybet û giştî, dibin pêşengiya serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan û desthialdairya AKPê de de tê meşandin.
Serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan, ji bilî fermanên qirkirina eskerî û siyasî, di demên dawî de pêşengiya şerê psîkolojîk jî girtiye ser xwe û vekirî ragihandinên derew dike.
Balkêş e ku hêzên global, Emerîka jî di nav de, Ewropa û Neteweyên Yekbûyî jî di şerê qirkirina li dijî Kurdan de bêdeng in.
Pêwiste werê zanîn ku, Tayyip Erodgan û AKPe, ne tenê li dijî parçeyekî, li dijî tevahiya Kurdistaniyan şer daye dest pê kirin. Ji ber ku Tayyip Erdogan ,ji bo Kurdên li Başûrê Rojavayê Kurdistanê mafên xwe bidest nexin, destdirêjiyan li Suriye jî dike. Lewma tevahiya gelê Kurd û tevahiya Kurdistaniyan dibin tehlokê de ne. Dive ku li dijî vê tehlokê jî têkoşîna şoreşgerî werê dayin.
Tecrîda giran ya li dijî Birêz Abdullah Ocalan jî, bingeha konsepta nû ye. Ev konsepta şerê taybet û giştî, parçeyek ji Komploya navneteweyî ye û ji aliyê hêzên global ve tê destek kirin. Lewma bar dikevê ser milê gelê Kurd. Dive ku li dijî vê konsepta tunekirinê, tevahiya gelê Kurd, pirranî yên li Ewropa bikevin nava tevgerê û dijberiya xwe bi tundî destnîşan bikin.
Li tu welatan azadî li ser sifrê, bi gul û kulîlkan radestî gelan ne hatiye kirin. Gelên cîhanê teva azadiya xwe bi têkoşîn û berdêlên giranbiha bidestxistine. Dive ku gelê Kurd jî, ji bo azadiya xwe têkoşîna şoreşgerî bidê dest pê kirin û bidestbixe.
Operasyonên eskerî gundiyên Kurde dikujin, daristanan dişewîtinin, ciwanên Kurd qirdikin û cografya Kurdistanê kirine gorîstaneke giştî. Niha jî, bi qirkirina siyasî dixwazin ku gelê Kurd di zindanan de bifetisînin û tune bikin.
Em weke KNKê bang li gelê Kurd yên çar parçeyên Kurdistanê û yên Ewropa dikin ku, li dijî van êrîşên tunekirin û fetisandinê, têkoşîna şoreşgerî bidin dest pê kirin û di her qada jiyanê de dijberiya xwe bi tundî nîşan bidin.
Em weke KNKe bang li hêzên global dikin, bang li Emerîka, li YE, li NY û sazî û dezgehên sifîl û demokratîk yên cîhanê teva dikin ku, li gorî peymanên mafên mirovan, huquqê gerdunî tevbigerin û li hemberî qirkirin û tunekirina gelê Kurd bêdeng nemînin.
Em weke KNKe bang li enteklektuel, nivîskar, rewşenbîr û siyastemedarên Kurd teva dikin ku li hemberî terora dewleta Tirk ya li dijî gelê Kurd bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin.
Serokatiya Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê KNKê.
NAVENDA NUCEYAN