Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK, di 19-20'ê Nîsana 2014'an de li Swêdê Konferansa Şêwra Neteweyî ji bo Rojhilatê Kurdistanê lidar dixe. Konferans wê bi beşdariya nûnerên partî, rêxistinên siyasî, saziyên sivîl ên li Rojhilatê Kurdistanê û bi amadebûna nûnerên ji bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê pêk were.
Di daxuyaniya KNK'ê ya li ser mijarê de bal hat kişandin ser rola Kurdan a li Rojhilata Navîn û hat destnîşankirin ku ji nava aloziya heyî, bêyî beşdarkirina Kurdan weke netewe û destnîşankirina statuya Kurdistanê, herêm nikare ji nû ve were dîzaynkirin. KNK'ê diyar kir ku bi vê têgihiştinê ew Konferansa Şêwra Neteweyî ji bo Rojhilatê Kurdistanê organîze dikin û bang li hemû kom, partî, rêxistinên siyasî, kesayetên welatparêz û rewşenbîr ên ji rojhilatê Kurdistanê kir ku beşdarî konferansê bibin.
BRUKSEL