Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), encamnameya 15.kombûna civata xwe ya giştî bi daxuyaniyekê aşkera kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku kombûna 15. a Civata Giştî, di 25, 26 û 27'ê Îlonê de li paytexta Belçîka Brukselê, bi beşdariya zêdetirî 200 endam, ji 100’an zêdetir mêvanên bijarte û nûnerên partiyên siyasî û civakî, sazî, dezgeh û gelek kesayetiyan ji her çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê pêk hatiye.
Di encamnameyê de hat ragihandin, ku di rojeva civînê de, rewşa siyasî û pêşhatiyên dawî yên li Kurdistan, Rojhalata Navîn û Cîhanê, bi berfirehî hatin gotûbêjkirin û hat destnîşankirin, ku mesajên partiyên siyasî, rexistinên sivîl ên Kurdistanê û diyasporayê hatin pêşkêşkirin.
Di dewama encamnameyê de hat diyarkirin ku di peyaman de xurtkirna rol û misyona KNK´ê û xebat û tekoşîna Neteweyî û Nîştîmanî û parastina destketiyên gelê Kurd û Kurdistanê derketine pêş.
Azadkirina Şengal û herêmên dagirkirî
Hat ragihandin ku di tevahiya axaftin, gotûbêj û peyaman de xwedîderketina li sîstema xweseriya demokratîk a Rojavayê Kurdistanê, parastina destketiyên Herêma Başûrê Kurdistanê û ji bo azadkirina Şengal û heremên din ên ku ketine bin dagirkeriya dijminan de, gerîna li vedîtina çareseriyên nakokiyên di nav hêzên Kurdistanî de li ser binemayeke neteweyî û demokratîk, her wiha ew qeyrana di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Bexdayê de bi yekîtî û yekrêzî ya hêzên siyasî bê çareserkirin.
Destketiyên Kurdistanê bi Ocalan misoger dibin
Di encamnameyê de Hat gotin, ku ji bo projeya çareseriya demokratîk li bakur, jinûve bê destpêkirin, serketin û destketiyên doza Kurd û Kurdistanê bi serbestbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ve girêdayî ye û hat destnîşankirin ku li gel van tevan, ew siyaseta taybet a rejîma Îranê ya li dijî gelê Kurd û gelên Îranê, li dardekirina keç û xortên Kurd û binpêkirina hemû cure mafên mirovan û xurtkirina bizava rizgarîxwaza Kurdistanê di rêya yekitî û yekrêzî û hemahengiyê di navbera hêzên siyasiyên Kurdistanê bi cih tê.
Di encamnameya Civata Giştî ya KNK´ê de hat diyarkirin ku pirsa azadiya jinê û pirsgirêkên civakî yên li Kurdistanê jî, bi giringîdaneke mezin di nav gotûbêjan de bi giştî cih girtin û hat ragihandin ku civîn bi berfirehiya rojeva xwe ve, bi awayekî demokratîk hate meşandin û gihişte armancên xwe. Hat destnîşankirin ku Peymana KNK´ê jî, ji sedema pêvajoyên nû û guncandina wê bi pêşhatên dawî re hîn guherîn çêbûn.
Ji encamnameyê
Di encama guftûgo û gengeşiyan de, çendîn pêşniyar, daxwaz û rasparde hatin destnîşankirin û hin ji wan li jêr in:
KNK, piştgîriyê li hemû destketiyên beşên Kurdistanê dike van destketan bo hemû Gelê Kurdistanê dibîne.
KNK daxwaz dike ku aştî û demokrasî li Bakurê Kurdistanê misoger bibe û ji bo serketina çareseriyê, pêwîst e birêz Abdullah Ocalan serbest bê berdan.
KNK, li Bakurê Kurdistanê pişgiriyê dide îlan û avakirên rêveberiyên xweser yên gelê Kurdistanê. Her weha piştgîriyê li destketên siyasî, kultûrî û bidestxistina rêveberiyên herêmî dike û bang li gelê Kurdistanê û hêzên demokrasîxwaz dike ku ji bo pêşanîna aştî û demokrasiyê li Tirkiyê û hemû rojhilata navîn di helbijartinên yekê mijdarê de, HDP bê destekkirin.
KNK, piştgîriya Xweseriya Demokratik li Rojavayê Kurdistanê dike û ji hemû rexistin û partiyên siyasî daxwaz dike ku piştgîriya wê bikin.
KNK, Siyaseta Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ya li dijî gelê Kurd û gelên din yên li Rojhilatê Kurdistanê mehkûm dike.
KNK daxwaz ji partî û rêxistinên Kurdistanî dike ku li gorî berjewendî yên tevgera azadîxwaz ya gelê kurd tevbigerin û berdevkiya gelê Kurdistanê bikin û berjewendiyên Neteweyî li ser berjewendiyên xwe bigirin.