Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî wefata Endamê Konseya Rêvebir û Cîgîrê Serokê KNK’ê Bengî Haco peyama sersaxiyê weşand,; KNK´ê ji gelê Kurdistanê û malbata Haco re sersaxî xwest. Nivîskar Medenî Ferho jî rastiya bi sînoran parçekirina malbata Haco bi bîr xist û got, ew ê di kesayeta Dr. Bengî Haco de vegotina rastiyan dewam bikin.
KNK’ê di daxuyaniya ji bo sersaxiyê de got;
“Xebera xembar û dilsoj ya wefata Endamê Konseya Rêveber û Cîgirê Serokê KNK´ê Birêz Bengî Haco, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgîn in. Birêz Bengî Haco, li Rojavayê Kurdistanê li herêma Cizîrê, di nava xebat û sîyaseta welatparêzî de bû. Di nava sîyaseta Kurdistanî de xwedî cihekî diyar bû. Birêz Bengî Haco, ji ber êriş û zextên dewleta Sûrî, bi awayekî mecbûrî derketibû Ewrûpayl. Li Ewrûpa jî herdem di nava xebata azadîya gelê Kurdistanê de cihê xwe girt û ji bo her çar parçeyên Kurdistanê xebat kir.
Birêz Bengî Haco demekî dirêj endametîya KNKê jî kir û di heman demê de emdamê Konseya Rêveber û Cîgirê Serokê KNK´ê bû. Wefata wî ji bo me, ji bo gelê me, ji bo şoreşa Kurdistanê windayîyeke mezin e.
Em ji ber wefata Birêz Bengî Haco gelek xemgîn in, xemgînîya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê minasebetê em sersaxîyê didine gelê Kurdistanê hemûyî, xebatkarên şoreşê û malbatê.
Heval Bengî, bila çavên te li pey te nemînin, em ê li ser şopa te bimeşin, em ê axîn û wesiyetên te pêk bînin.”
Haco û vegotina rastiyan
Nivîskar, xebatkarê çapemeniya azad ê Kurd, Medenî Ferho jî li ser wefata Bengî Haco nivîskeke bibîranînê weşand. Ferho bi bîr xist ku Haco ji malbateke bi eslê xwe ji Zaxoyê ye, di encama kişandina sînor, berxwedana li dijî dewleta Tirk de malbat ji hev hatiye qutkirin û got, “Min di sala 1993´an de, li Stembolê Bengî nas kir. Piştî berxwedana Bagokê (1926) û tixûbê mayinkirî, malbat ji hev dûr ket. Ev destîniya cografya Kurdistanê bû û hê jî dewam dike. Her cure êrişan, têgihiştin û fîlozofiya civaka Kurd jî parçe kiriye. Em ê, di kesayeta Dr. Bengî de, vegotina rastiyan bidomînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN