Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi nameyeke ji melikê Spanya Felipe VI, serok wezîrê welêt Mariano Rajoy, gel û hikûmeta Spanyayê re şandî, êrîşa terorîst şermezar kir û ser saxî ji hemûyan re xwest û nexasim jî ji malbatên mexdûran re.

KNK´ê zilm û zora Kurd li çar parçeyên Kurdistanê pê re rûbirû mayî bi bîr xist, û got, “Em miletê Kurdistanê ji ber vê yekê êşa we his dikin. Em bi miletê Spanyayê re ne, û em ê pê re bin jî, em ê piştgiriya xwe û yekîtiya xwe bi gelê Spanyayê re di şerê li dijî terorê de dewam bikin. Em bawer dikin ku bersiveke baş e li dijî gelek cureyên terorîzmê ku em li dijî hêzên tarî hevgirtî bin.