Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê buroya xwe li bajarê Qamişlo vekir. Di merasîma vekirina buroyê de nûnerên partî û rêxistinên Kurd, Ereb, Asûrî û Sûryaniyan amade bûn.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) buroya xwe li navenda herêma Cizîrê Qamişlo vekir. Merasîma vekirinê bi beşdariya Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koçer û nûnerê KNK’ê yê Rojava Ebdulkerîm Umer pêk hat.
Merasîma li salona Rewabî bi tevlîbûnda nûnerên partiyên siyasî yên Kurd, Ereb û Sûryanî û endamên Meclîsa Rêveber bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Nûnerê KNK’ê yê Rojava Ebdulkerîm Umer axivî û bi xêr hatine beşdaran kir.Di merasîmê de hevseroka KNK’ê Nilîfur Koç axivî û diyar kir ku vekirina buroya KNK’ê li Rojava bi armanca xizmeta hemû gelê herêmê pêk hatiye. Koç, detnîşan kir ku dê hemû hêza xwe bixin xizmeta gelê Rojava ku berxwedaneke bê hempa nîşan daye.
Di merasîmê de her wiha Hevserokê Meclîsa Gel Ebduselam Ehmed, Endamê Sekreteriya Giştî ya ENKS’ê Nimet Berekat, Serokê Şaxê Heyet El-Tensîq ê Hesekê Elî Sed, Nûnerê Desteya Niştimanî ya Ereban Mihemed Reşad Minawer, Nûnerê Partiya Asûrî Wail Mîrza, Nûnera Yektîya Star Henîfa Mihemed, Serokê Destey kar Hundir a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Kamil Exta, Endamê Meclîsa Biratiya Gelan Ebulfetah Fatimê, Endamê Dîwana Edaletê ya Herêma Cizîrê Qehreman Mihemed û Serokê Partiya Yektîtiya Sûryaniyan Îşoi Goriyê axivîn. Di axaftinan de vekirina buroya KNK’ê ya Qamişlo hate pîrozkirin û wekî gaveke erênî hate nirxandin.

Serdana Meclîsa Zagonsaz
Şandeyek ji Meclîsa Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) çû serdana navenda Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê.
Şande piştî vekirina buroyê ya li Qamişlo  serdana Navenda Meclîsa Zagonsas a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Amûdê kir. Şandya KNK’ê ku ji Rocan Hazim, Refîq Xefûr û Nasir Rosî û nûnerê KNK’ê yê Rojava Ebdulkerîm Umer pêk dihat ji aliyê Endmaê Meclîsa Zagonsaz ve hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de giringiya şoreşa Rojava û bandora wê li perçeyên din ên Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Şandeya KNK’ê mijara rêbazeke lezgîn a têkiliyan di navbera hersê kantonên Rojava de hate nirxandin û hate gotin ku pêwîste 3 herêmên Rojava di zûtirîn dem de rêbazên hevkariyê binirxînin. Şandeya KNK’ê da zanîn ku yekdengiya partiyên Kurdî yên Rojava pir girînge û bi taybet di dema ku Rojava rastî êrîşên hovane tên pêdiviya bi yekîtiyê zêde bû ye.

PYD û Ronahî TV ziyaret kirin

Şandey KNK’ê li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê ya Rojava çû serdana PYD’ê û stüdyoya Ronahî TV.
Şandeya ku ji Hevseroka KNK’ê Nilufer Koç, endamên Serokatiya Meclîsa KNK’ê Rocan Hazim û Refîq Xefûr, endamê Komîteya Hiqûqê ya KNK’ê Nasir Reswî û nûnerê KNK’ê yê Rojava Ebdulkerîm Umer pêk tê destpêkê çûn serdana navenda PYD’ê ya li Qamişlo. Şande ji aliyê Endama Desteya Rêveber a PYD’ê Emîne Osê û Rêveberê Rêxistina PYD’ê ya Qamişlo Feyroşah Remezan ve hate pêşwazîkirin.
Di serdanê de şoreşa Rojavayê Kurdistanê hate gotubêjkirin û êrîşên li ser herêmên Kobanê  hatin şermezarkirin. Endamên şandeyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku rêveberiyên xweser ên kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê rû bi rû dimînin, bal kişand ser pêwîstiya hevkariya di navbera hersê kantonan de. Nûnerên PYD’ê jî destnîşan kirin ku ji bo xizmeta şoreşa Rojava û berjewendiyên gel, amade ne ku hevkariyê bi hemû partî û rêxistinên siyasî re bikin.
Şandeya KNK’ê piştî PYD’ê çû serdana stüdyoya Ronahî TV. Şande li vir jî ji aliyê rêveber û xebatkarên studyoyê ve hate pêşwazîkirin. Li ser navê xebatkarên televîzyonê jî Berfîn Hêzil jî axivî û got ji bo ku rastiya şoreşê bibînin, divê ji hemû perçeyên Kurdistanê şandeyên bi vî rengî werin Rojava.

QAMIŞLO