Konseya Rêveber a KNK’ê ji ber salvegera 12. a komkujiya Qamişlo daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Qamişloyê ev êrîşa dijminî bê bersiv nehişt, berxwedaneke layiqî navê xwe nîşan da. 

Konseya Rêveber a KNK’ê da xuyakirin, ku di salvegera 12. a komkujiya Qamişloyê de gelê Kurd qedera xwe hilgirtiye destê xwe û wiha dewam kir: “Temenê zilmê dirêj nîne. Xelkê me ji 2012’an ve li ser axa xwe dawî li desthilata rejîmê aniye û dest bi avakirina xweseriya xwe ya demokratîk kiriye. Ji ser wê komkujiya Qamişloyê 12 sal bihurîn û vê gavê li Qamişloyê bayê azadiyê rabûye, rojavayê Kurdistanê bi destê xwecihên xwe yên eslî ve tê îdare kirin. Xelkê me digel xelkên din yên Kurdistanê dest dane hev û xweseriya xwe îlan kirin û îro ji Efrînê heta Kobanî û Girê Spî û heta Dêrik û Sêmalkaya Cizîrê sê kantonên Kurdistanê hatin damezrandin. Kurdan digel hevwelatiyên xwe yên Asûrî-Suryanî, Ermenî, Ereb, Turkmen û Çeçen, îdareya xwe ya xweser ava kirine û li axa xwe, li jiyana xwe û ya herî girîng li paşeroja xwe xwedî derketine.

Em wekî KNK di vê 12. sala komkujiya Qamişlo de, şehîdên Qamişloyê bi rêzgirtineke mezin bi bîr tînin. Keda wan bi avê de neçû, berxwedana wan bû hîmê avabûna xweser ya îro. Di serî de berxwedana Kobanê û hemû xelkê me yê Rojavayê îro rûyê me spî kiriye û serê me bilind kiriye. Îro jî gele me yê Rojava dijî her reng êrîş û operasyonan welatê xwe diparêzin. Baweriya me bilind e ku pêkve xelkê me yê Rojava wê vê destketa mezin biparêzin û bikine warekî nimûne yê azadî û demokrasiyê.” 


 BRUKSEL