
Mala tevahiya rengên Midyadê ye
Birêveberê Ko-ça Gelên Midyadê Dogan bi bîr xist ku tovê rêxistina gelên Midyadê sala 2009´an hatine avêtin û par meha Gulanê jî bi awayekî fermî komeleya damezrandine, bi armanca misogerkirina yekîtiya gelên Midyadê, li Midyadê û derveyî wê. Dogan lê mikur hat ku karê barê wan halê hazir li Elmanyayê teng mane, lê armanca wan ew e ku li seranserê Ewrûpayê di nava gelên Midyadê de rêxistinbûyîna xwe xurt bikin. Nayif Dogan îşaret bi girîngiya nasnameyên dînî û etnîk ên cihê yên Midyadê kir û got, ew dixwazin tevahiya rengên Midyadê di bin banê komeleya xwe de bicivînin.
Nayif girîngiya karên rêxistinî yên beriya damezrandina komeleyê jî destnîşan kir û got, weke mînak bi çalakî û xebatên me yê hingê, ji me hat em avahiyekê ji rêxistina HDP´ê ya Midyadê re bikirin, ku beriya hingê pirr zehmetiyên peydakirina mekan dikişandin.
Hilbijartin niha li navenda xebatên wê ye
Ko-Ça Gelên Midyadê di birêveberiya xwe de jî pirrengiya di navê xwe de di parêze: ji neh endamên birêveberiyê didu Suryanî ne, didu jî Êzîdî ne; birêveberê komeleyê Dogan bi îhtîmam îşaret bi wê yekê kir ku ew dixwazin ku her weha Mehelmiyan jî di bin banê xwe de bicivînin.
Herçî hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ne ji bo Ko-Ça Midyadê pirr girîng in, lewma jî hem hilbijartinên beriya niha yên mehelî û giştî xistibûn navenda xebatên xwe û hem jî niha ji bo hilbijartinên giştî yên Hezîranê di çarçoveya plansaziyekê de xebatab dimeşînin. Komele diçe serdana malan, hewl dide xelkê qaneh bike, di heman demê de ji dayîna dengan jî xelkê teşwîq dike. Yek ji xebatên bi rêk û pê jî serdana mekanên civakî agahdarkirina milet e, çawa ku rêveberê Ko-Ça Gelên Midyadê prê li Hambûrgê bi çalakiya agahdarkirina di biwara hilbijartinan de li Hambûrgê kir.
Li ser navê komeleyê serokê Ko-ÇaGelên Midyadê Nayif Dogan bang li Midyadiyên li Elmanya û Ewrûpayê kir da ku di hilbijartinan de dengê xwe bidin HDP´ê û ji niha ve jî peyamek ji bo hilbijartinên bê yên mehelî peyamek da: yek ji armancên me yên sereke ew e ku tevî yekîtiya gelên Midyadê û Torê em bikin ku ev gel bi îradeya xwe, xwe bi rê ve bibe.
LUQMAN GULDIVÊ/NAVENDA NÛÇEYAN