Di nava 8 salan de 3 zarokên Menal ên bi navê Elî yê salek û 2 mehî, Hesenê çar salî û Silêmanê şeş salî çêdibin. Hevserê Menal di nava Asayîşa herêmê de cihê xwe digire û bi destpêkirin êrîşên li ser Kobanê re dikeve eniyên berxwedanê û parastinê dike. Dema ku DAIŞ nêzî gundê Ziravikê dibe Menal bi tena xwe tevî hersê zarokan ji gund derdikeve û diçe gel hevserê xwe yê ku wê demê li eniya başûr di çeperên li ser riya Helebê de cihê xwe digirt û li wir 17 rojan tevî zarokên xwe dimîne heya ku tên Kobanê û berê xwe didin çola Til Şeîrê û li wir tevlî malbatên Koçber dimînin.
Niha jî Menal û malbata xwe li navenda bajar dimînin. Menal ji axa Kobanê hez dike û pê ve hatiye girêdan. Tevî ku malbata Menal a li Qamişlo jêre dibêje, tevî zarokên xwe were Qamişlo da ku ji metirsiyê bên parastin, lê belê Menal qebûl nake û li gel hevserê xwe li Kobanê dimîne. Ew li ser mayîna xwe û hezkirina Kobanê wisa dibêje: “Kobanê welatekî pir şîrîn e. Ez Kobanê bi mal û welatên dinyayê hemûyî nadim. Ma ez ê biçim gel malbatê çi bikim? Ez ê li vir li benda rizgarkirina Kobanê bim û vegerim gundê xwe.”
ANHA / KOBANÊ