Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Kobanê Enwer Muslim derbarê rewşa dawî ya li Kobanê ji ANHA’yê re axivî.

Muslim bal kişand ser pêşketinên dawiyê û çalakiyên YPG’ê û got: “Kobanê sîstema tarî ya DAIŞ’ê qebûl nekir û li ber xwe da, lewra bû hêviya gelan, niha êdî înîsyatîf di destên YPG’ê de ye.”


Beriya şer li Kobanê rewş çawa bû?

Beriya şoreşê, xebatên siyasî gelek zehmet bûn, partiya Baas rê nedida ku Kurd bibin xwedî maf û bi zimanê dayikê deng bikin, her dem siyaseta zext û înkarkirinê li dijî gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê dimeşandin. Rêjîm û hin kesên şofînîst serweriya xwe li ser Sûriyeyê kiribûn çi di aliyê ekonomî, çi di aliyê siyasî de, ji 1963’an de heta destpêkirina şoreşê di 2011’an de partiya Baas weke partiya rêveber dihat binavkirin. Herêma Kobanê her dem rastî êrîşan dihat, her wiha berî îlankirina rêveberiyê bi şeş mehan Kobanê di nava ambargoyekê de bû. Ji ber van sedeman kar û xebatên rêveberiya Kobanê zêdetir di çarçoveya bi cih anîna pêdiviyên jiyanî yên gel de bû weke kar û barên şaredariyê, peyîdakirin av û elektirîkê. Ava vexwarinê ya herêma Kobanê ji bajarê Şiyox dihat, lê hin ketîbeyên artêşa azad û pişt re DAIŞ ku bajarê Şiyox xistin bi serweriya xwe, av li ser herêma me qutkirin. Di wê navberê de rêveberiya Kobanê dest bi pirojeya kolandina bîran kir ku mesrefê wê nêzî 100 milyon bû. Piştî sê mehan av ji herêma Kobanê re hat, her wiha dîsa ji ber ambargoyê elektirîk hate qut kirin, lê rêveberiya Kobanê bi pirojeya jeneratoran dikaribûn ji sedê 70 ji bajêr bi elektirîk bike.


Bi ragihandina kantonan re çi guherî?

Li Rojhilata Navên sîstema komaran serwere, Suriye jî bi xwe komar e, ji ber wê yekê zihniyeta federal, xweseriya demokratîk, sîstema otonomî ne zêde belave, lewra dema ku me xwest sîstema kantonan li  Rojavayî Kurdistanê ava bikin weke Siwîsra, Siwêd, Ispaniya û Fransa, gelek hêz matmayê man û em rastî gelek nerazîbûn û pirsên weke çawa kurd bibin xwedî insyatîf û rêveberiyekê îlan bikin hatin. Her wiha tevî ku Kurd bi sedan sal rastî qirkirinê û tunekirinê hatine lê hin hêzên siyasî ku xwe weke demokratîk nîşan dan ev rêveberî qebûl nekirin, ji ber rêveberî xwedî sîstemekî nû bû ne weke sîstema konfederalî û federal bû. Rêveberiya xweser a ku li rojava hate îlankirin civak bingeha wê ye, ji bo civakê jî xwe birêve bibe pêwîste di saziyan de xwe bi rêxistin bike. Di aliyê diblomasî de jî gelek têkilî û hevdîtinên me bi seferxaneyên welatand, li Bakur, Başûr û Iraqê re çêbûn.


Kantonê bandorek çawa li ser gelê Kurd kir?

Pîvana bandorbûna gel bi Rêveberiyê asta xebatên wê ye, li Kobanê li gor ambargo, şert û mercên heyî em dikarin bêjin ku heta astekê di nava gel de razîbûnek hatibû avakirin. Her wiha şande û medyaya cîhabê serdana Kobanê kirin û xwedî nêrînên erênî bûn. Gelê kurd bi dehan salan rastî qirkirn û tunekirin hat  û niha jî bû xwedî sîstemeke ku her beşê civakê cihê xwe tê de digire bi taybet jin, ciwan  û saziyên mafê mirovan. Ji ber vê bandora sîstema xweseriya demokratîk gelek bû û niha jî em dibînin ku cîhan tev de piştgirya berxwedana kobanê dike.


Şandeyên serdana Kobanê kirin kî ne?

Li Rojavayê Kurdistanê kordînasyona rojava hatiye avakirin, kordînasyon ji neh endamên rêveber pêk tê, ji her herêmekê sê endam cihê xwe tê de digirin.

Ew endamên xwedî insiyatîfin di avakirina peywendiyan de, li herêma Cizîrê gelek serdan pêk hatin. Çi ji senetorên Emerika û wezîrê karê derve yê berî yê Ferensa, çi ji rêxistinên navnetewî. Rêveberiya Efrînê beriya demekê çûn serdana gelek welatên Ewrupa. Herêma Kobanê ji ber ku DAIŞ ji sê aliyan ve ew dorpêçkiriye jî dîsa jî gelek serdan pêk hatin.


Hûn berxwedana li vir çawa dibînin?

Gelek hêzên dewletan ku ji xwe bawer bûn li hemberî DAIŞ´ê nikaribûn li berxwebidin. Mînaka berbiçav Misûl e, li Misûlê nêzî 4 milyon mirovî hebû. 60 heta 80 hezar leşker bajêr diparast, bi sedan tang, top û çekên giran di destê wan de bûn. DAIŞ di rojekê de bajêr desteserkir. Li parêzgeha Reqa tugaya 93’an , firqeya 16 û balafirgeha Tebqa gelek caran artêşa azad tevî çekên ku ji dewletan wergirtibû nikaribû destserbikira. Lê dîsa DAIŞ di navbera du rojan de xist bin kontrola xwe. Li bajarê Hît li Iraqê tevî bombebaran bê navber û berxwedana hin eşîrên ereb lê dîsa DAIŞ ew bajar kir bin serweriya xwe. Lê herêma Kobanê tevî ku xwedî erdîngariyeke biçûke û  çekên di destê YPG’ê de ên sivik bûn, 45 rojan bê ku tu piştgiriyê bigre li berxwe da. Piştî derbasbûna 45 rojan êdî ew berxwedan bi bombebarana balafiran xurtirbû. Baş tê zanîn ku eger li ser erdê hêzek xurt tinebe, bombebara balafiran jî tu bandor nake. Me berdêlên giran dan, lê me serî li ber wan netewand û me nehişt axa me dagir bikin. Sed rojin ev berxwedan dewam dike û niha însiyatîf di destê YPG´ê de ye.

ANHA/KOBANÊ