Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane Endamê Kordînasyona TZP Kurdî Firat Ronî axivî û bal kişand berxwedana Kobanê û got, li gel hemû êrîşên bi çekên giran ciwanên Kurd berxwedaneke bêhempa didin. Serokê KURDÎ-DER’ê ya Amedê Sebahattîn Gultekîn jî diyar kir ku serkeftin dê her tim bibe ya yên li ber xwe didin. Serokê Akademiya Ziman a Ahmedê Xanî Abdurrahman Bakir jî diyar kir ku gelê kurd ev 40 salan zêdetir e ji bo azadiyê têkoşîna hebûnê dide. Meleyên li sînor nobeta berxwedanê digirtin jî axivîn.

DIHA/RIHA