Ridwan israra xwe ya mayîna li Kobanê wiha anî ziman: “Ger tenê dilopek xwîn di bedena me de mabe em ê li ber xwe bidin. Em rûmet û namûsa welatê xwe biparêzin. Ji bo Kobanê em hemû tiştên xwe yên giranbuha feda bikin. Bila tu kes nebêje wê Kobanê bikeve. Keleha berxwedanê tu caran nakeve. Kurê Ridwan, Şivan Îbrahîm jî bavê xwe bi van gotinan destek kir: “Ez naxwazim ji Kobanê derbikevim. Erk û peywira me hemûyan e ku Kobanê biparêzin. Ez ê jî parastina bajarê xwe bikim.”
ANHA/KOBANÊ