Aloziya siyasî ya li Rojhilata Navîn her berdewam e. Êrîşên rêxistina Dewleta Iraq-Şamê (DAÎŞ) yên li destpêka meha çûyî bi bidestxistina Mûsil û çend bajar û navçeyên din ên Iraqê ve ketibû rojevê, ev hefteyeke Rojavayê Kurdistanê ji xwe re kiriye hedef. DAÎŞ bi çekên giran ên ku li Iraqê bidestxistî dixwaze li Kantona Kobanê hebûn û destketiyên Kurdan  ji holê rake.

Ev mehek e, hên jî bi zelalî nehatiye aşkerekirin ku di nava vê kaosê de kî, çi û kê diparêze!?.  Ji hêla aktorên serdest ve lîstikeke bi xwîn tê lîstin. Li hêlekê parçebûna Iraq û Sûriyeyê tê niqaşkirin, li hêlekê rayedarên Başûrê Kurdistanê bahsa ‘dewletekî serbixwe’ dikin, lê li hêla din jî Kurdên Rojava dibin qurbaniyên vê lîstikê!..
Tirkiye, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Yekîtiya Ewropayê, Erebîstana Siudî, Qatar, Îsraîl, Îran, Esad û Malîkî her çiqas wek aktorên bi hevdû re xwedîpirsgirêk, werin nîşandan jî, ev gişt polîtîkayên xwe bi heman feraseta serdestiyê parastina statûkoyê, kûrkirina aloziyê û rijandina xwîna xelkan ve pêş dixin. Mesele tenê ji zengîniyên li herêmê kê çiqas par bistîne, ev e. Bo pêkhatina vê armancê jî çiqas însan têne kuştin, çiqas nirx, çand û hêjahiyên herêmê tên talankirin, ne xema tu ji van aktoran e!..
Mixabin Serokê Başûrê Kurdistanê Mesût Barzanî jî bi feraset û polîtîkayên xwe ve di nava van aktoran de xwe bi cih kiriye û hewldide li vê bazarê bibe bazirganekî kurdîaxêv...
Ev aktor û hêzana gişt li dijî têkoşîna Kurdên Rojavayî ya bi bîrdoziya serxwebûn û azadiya xelkan û bi feraseta dijserdestî û dijdesthilatdariyê ne. Bona vê yekê jî li Rojava pêşxistina pergala xweseriya demokratîk ya bi tevlîbûna tevahiya xelkên herêmî ji bo berjewendiyên xwe wek talûke dibînin.
Di nava van pêşketinan de ya balkêş ev e, ku ev aktoran gişt li pêş raya giştî hevdû bi piştgirîdayîna DAÎŞ’ê ve rexne bikin jî, wer xuya ye ku xeynî Malîkî tu aktor ji DAÎŞ’ê bêzar nînin. Serokwezîrê Iraqê Malîkî jî bi polîtîkayên xwe yên zordest zemînê van êrîşan vedike.
DAÎŞ îş û karê dîktatorên herêmî û kolonyalîstên rojavayî hêsantir dike; kaosê kûrtir dike, komkujiyan pêk tîne, xelkan bi hevdû re dide şerkirin, hemû hêjahî û rengîniya ku heta îro xelkên herêmê pê bi hev re dikanîn bijîn, dike wek nirxên dijminatiyê. Bi vî awayî tevahiya xelkên herêmê ji hêz û quwetê tên xistin û ji hemû polîtîkayên ji derve yên ji hêla aktorên navdewletî ve tên ferzkirin re zemîn tê amadekirin.
Ji ber vê yekê jî DAÎŞ’ê bi navê qaşo ‘dewleta îslamê’ berê xwe daye destketiyên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê. Xweseriya Demokratîk a li her sê kantonên Rojava tenê bi hêz û vîna xelkan a cewherî ve tê sazkirin. Loma dîktatorên herêmî û serdestên rojavayî vê îradeyê ji xwe re wek hevkar nabînin û li hember komkujiyên li ser Kurdên Rojava dengê xwe nakin. Dev ji berteknîşandanê berdin, ev hêzên serdest bi xwe alîkarî û piştgiriyê didin DAÎŞ’ê ku ev îradeya azad biperçiqe...
Berxwedana li Kobanê li dijî hemû serdestên herêmî û navdewletî ye. DAÎŞ çeka wan giştan e.
Kurdan bi têkoşîneke bêhempa li seranserî cîhanê xwe û daxwazên xwe yên neteweyî û demokratîk da naskirin. Li hember vê têkoşînê hemû polîtîkayên ji derve li ser vîna xelkan hatiye ferzkirin, pûç û bêmane bûn. Îro jî Kobanê bona parastina destketiyên Kurdan, hêvî û azadiya wan giştan li ber xwe dide. Jin û mêr, keç û xort, kal û pîr bi bixwebaweriyeke xurt welat û jiyanê diparêzin û ji tevahiya cîhanê re dersa vîna azad û jiyana serbixweyê didin.
Kobanê ji bo me Kurdan giştan li ber xwe dide. Ji ber vê yekê; divê em jî wê tenê nehêlin. Kobanê hebûn û siberoja me ye!..