Li gorî agahiyên nûçegihanên Ajansa Nûçeyan Hawarê (ANHA) ji eniyên şer ên herêma Kobanê ragihandin pêr bi şev şervanên YPG’ê di çarçoveya operasyona rizgarkirina Kantona Kobanê de li gelek aliyên herêmê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakî li dar xistin. Şervanan li rojavayê herêmê di navbera gundên Cibnê û Baydê de li dijî çeteyan çalakî li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de şervanan di navê de tireksek gelek alavên çeteyan  desteser kirine.

Li başûrê herêmê jî şervanên YPG’ê li ser Girê Sêbê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de di nava wan de serçeteyekî bi navê Ebû Bîlal El-Hebeşî jî 11 çete hatin kuştin.

Li gundê Xwêdan ê rojhilatê herêmê jî şervanan li dijî çeteyan çalakiyeke bi bandor li dar xist. Di encama vê çalakiyê de jî gund bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin. Her wiha di heman çalakiyan de 10 çete hatin kuştin. Cenazeyên 5 çeteyan jî ketine destên şervanan û gelek cebilxane jî hatiye desteserkirin.

Nûçegihanan da zanîn ku doh ji serê sibê ve li derdora gundê mişko yê rojavayê herêmê jî şer di navber şervanan û çeteyan de bi dijwarî didomin.


Li Kobanê çalakiyeke bi bandor

Li aliyê din doh jî şervanên YPG’ê li eniya başûrê herêma Kobanê li ser riya navnetewî ya di navbera bajarên Heleb û Hesekê de ku weke rêya Rotko tê naskirin, çalakiyeke bi bandor li dar xistin. Di encamê de 10 çete hatin kuştin û çeteyek jî bi saxî hate girtin. 


ANHA / KOBANÊ