
Endamên şandeya Komeleya Dostaniyê ya Fransa-Kurdistan, Kobaniyî û Êzîdiyên li dû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man koçî Bakurê Kurdistanê bikin, li Amed û Pirsûsê ziyaret kirin û 40 makîneyên şuştina kincan ên di çarçoveya kampanya li derveyî welat de ji bo Kobaniyan kiribûn, radestî wargeha ji konan a Kobaniyan kirin. Şandeya Fransayê her wiha bi rayedarên KCD; DOKH û DBP'ê re hevdîtin kirin û wateya berxwedana Kobanê û çavdêriyên xwe yên li herêmê parve kirin.
'Kobanê pêşeroja cîhanê ye'
Endama şandeyê Sylvie Jan ku beriya niha hatibû Pirsûsê û hin danûstandin kiribû anî ziman ku ew berxwedana dîrokî ya hêzên YPG/YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê ji nêz ve dişopînin, ji ber ku berxwedana Kobanê ne tenê gelê kurd, tevahiya gelên cîhanê eleqedar dike. Jan ev tişt anî ziman: "Berxwedana Kobanê ji bo me tê wateya pêşeroja cîhanê" û anî ziman ku armanca êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, fetisandina jiyana demokratîk a li Rojava ketiye meriyetê. Jan diyar kir ku jin û xortên Kurd li dijî van êrîşan têdikoş in û got, "Ev gel ji bo pêşeroja demokrasî, aştî, azadî û pêşeroja cîhanê têdikoş e."
'Em piştgiriyê didin Kobanê'
Jan da zanîn ku di berxwedana Kobanê de gelê Kurd berdêlên giran daye û ew bawer in ev berxwedan wê bi serketinê bi encam bibe û wiha pêde çû: "Bi dîtina me, eger Kurd nikaribin vê hêzê bisekinînin, wê kes nikaribe bisekinîne. Lewma em jî di nava vê têkoşînê de ne. Em jî îro li vê cîhanê dijîn. Bi gelê Kurd re em piştgiriyê didin berxwedana Kobanê." Jan ragihand ku ew li Fransayê ji bo ragihandina berxwedana Kobanê ji raya giştî re dixebitin, di heman demê de ji bo bersivdayîna li pêwîstiyên Kobaniyên koç kirine kampanyayan dimeşînin û destnîşan kir ku ew vî karê xwe jî bi dirûşma "Kobanê evîna me ye" dimeşînin. Jan wiha berdewam kir: "Berxwedana li wir pêwendiya xwe bi me re heye, eleqeya xwe bi pêşeroja zarokên me re heye. Eleqeya xwe bi pêşeroja cîhanê re heye."
Jan da xuyakirin ku wan Kobaniyên birîndar ên hatine binçavkirin jî ziyaret kirine û anî ziman ku binçavkirina Kobaniyên birîndar 'rewşeke bê fêmkirin nîne'. Jan da zanîn ku sohbeta bi Kobaniyên birîndar re kiriye hêz daye wan û wiha domand: "Hem ji aliyê wijdanî hem jî ji aliyê hişmendiyê ve binçavkirina wan nayê fêmkirin, nayê qebûlkirin. Em li ciwanekî bi giranî birîndar bûbû rast hatin."
DIHA/RIHA