Çeteyên DAIŞ’ê ku beriya niha bi şeş salan tirseke mezin berda bû dilê mirovên li Rojhilata Navîn û cîhanê, ji bo dagirkirinê berê xwe da Kobanê. DAIŞ a ku Mûsil û nîvê Sûriyeyê dagir kir û ‘xîlafet’ û ‘dewlet’ ragihand, cara destpêkê li Kobanê li pêşberî şervanên YPG û YPJ’ê têk çû ku ev têkoşîna wan a herî mezin bû. Çeteyên DAIŞ‘ê di 15’ê Îlona 2014’an de bi çekên Emerîkayê yên li Mûsilê bi dest xistin û bi çekên Rûs ên li Reqayê bi dest xistin êriş birin ser Kobanê. Li pêşberî berxwedana 134 rojan a şervanên YPG û YPJ’ê û gel, çeteyên DAIŞ‘ê bi rengekî mezin têk çûn.

Derba ku DAIŞ’ê di 26’ê Çileya 2015’an de li Kobanê xwar û têk çû, ji bo DAIŞ‘ê bû ”destpêka bidawîbûnê”. Ji wê rojê û pê ve DAIŞ gav bi gav qels bû û di 21’ê Adara 2019’an de li bajarokê Baxozê yê Dêra Zorê dawî li serweriya wan a li ser erdê hate anîn. Kobanê bi berxwedana xwe ya li hemberî DAIŞ‘ê ji bo gelên cîhanê bû sembol. Ji afirînerên serkeitna Kobanê yek ji fermandarên YPG’ê Serdar Heleb qala wê demê kir.

Ruhekî mezin ê xwebexş

Serdar Heleb bi bîr xist, dema ku DAIŞ’ê êriş anî ser Kobanê di dema xwe ya herî xurt de bû û anî ziman, armanceke siyasî ya êrişên li dijî Kobanê hebû. Serdar Heleb got, ”Ji ber ku Kobanê ew bajar bû ku şoreşê lê dest pê kir. Her wiha ew bajar e ku Rêberê me dema ku derbasî Rojava bû destpêkê çû vî bajarî. Dijmin ev yek baş analîz kiribû û li ser vê bingehê biryar dabû ku êriş bike.

Êrişa destpêkê ya mezin a çeteyên DAIŞ‘ê li dijî Kobanê di destpêka meha Tîrmeha 2014’an de pêk hat. Li 19’ê Tîrmehê roja pêkhatina şoreşê fikirîn û bi xistina Kobanê re xwestin dawî li şoreşê bînin. Lê belê ji ber ku li berxwedaneke mezin rast hat, nekarî vê armanca xwe pêk bîne. Piştre êriş bir ser Şengalê û bi hovîtiyeke mezin peyamek da Kurdan hemûyan.”

Heleb got, ”Li Kobanê ne tenê Arînek hebû, gelek Arîn hebûn” û qala wan rojan kir: ”Mînak şehîd Baran Arînek bû, şehîd Êrîş Arînek bû, şehîd Xwînda Arînek bû, Botanê Sor Arînek bû, heval Reşo Arînek bû... Ruhekî mezin ê fedayî hebû. Gelek hevalên me ji nexweşxaneyê reviyan û dihatin eniya şer. Ruhekî mezin ê fedakariyê hebû û serketina Kobanê bi saya wî ruhê hate afirandin. Komek ji mirovên bawerkirî bi fedakarî û daxwazeke mezin DAIŞ a ku bû belayê serê cîhanê têk birin. Kobanê ji bo DAIŞ‘ê bû destpêka bidawîbûnê.”

ERSÎN ÇAKSÛ / ANF/QAMIŞLO