Bi sedan welatiyên gundên rojava yên Kobanê, bi meşekê piştgiriya xwe ji bo Efrînê nîşan dan û tecrîdkirina Ocalan jî şermezar kir.

Bi sedana şêniyên gundên rojavayê Kobanê tevî saziyên civaka sivîl û şandeyeke ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ev meş li dar xist.

Meşê ji gundê Bêndira Biçûk dest pê kir, heta Bêndira Mezin dewam kir. Di meşê de, wêneyên şehîdan û posterên Rêber Gel Abdullah Ocalan hilgirtin û pankarta li ser nivîsandî "Em berxwedana gelê Efrînê silav dikin" hilgirtin.

Xelkê bê navber bi siloganan berxwedana gelê Efrînê silav kir û êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kir.

Meş li gundê Bêndira Mezin veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de, ji Rêveberên Meclîsa TEV-DEM`ê ya xeta rojava  Sûad Şêx Demir, Ehmed Xoce û Endamê Yekîtiya Ciwanên Rojava Gelhat Muslim, axîvin û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê hate şermezar kirin. Qiseker û çalakvanan doza azadiya Ocalan jî kir.

Her wiha di axaftinan de hat gotin, ji bo azadiya Ocalan û piştgiriya bi Efrînê re, çalakî wê dewam bikin. 


 ANHA / KOBANÊ