Li 7 dibistanên navenda Kobanê û 250 dibistanên gundan bi hezaran zarok dest bi perwerdeyê bikin.

Li Kantona Kobanê di çarçoveya amadekariyên sala nû ya perwerdeyê de, 250 dibistan, 750 mamoste û 100 hezar pirtûkên dersan ên bi Kurdî hatine nivîsandin, hatine amadekirin.

Li Kantona Kobanê amadekariyên sala 2015/2016 a perwerdeyê temam bûn. Di çarçoveya amadekariyan de ji dema rizgarkirina Kantonê heta niha li navenda bajar 7, li gundên rojhilatê Kantonê 50, li gundên başûr 120 û li gundên rojava jî 80 dibistan hatine amadekirin.

Di çarçoveya biryara perwerdeya bi zimanê dayîkê ku di Kongreya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Rojava ku li Kantona Cizîrê hate lidarxistin de, hatibû dayîn de, amadekariyên mamoste û materyalan jî hatin kirin. Li gorî biryara kongreyê wê li Kobanê ji refa yekê heta refa 6’an hemû ders bi zimanê dayikê werin dayîn. Lewre amadekarî jî li gorî wê hatine kirin.


100 hezar pirtûk 750 mamoste

Di encama amadekariyan de ji bo navenda kantonê 600 û ji bo dibistanên gundan jî 150 mamoste di perwerdeyên akademiya ziman a gihandina mamosteyan re hatin derbaskirin. Her wiha ji bo şagirtên ji refa yekê heta 3’yan 9 hezar, ji bo şagirtên ji refa 4’an heta 6’an jî 91 hezar pirtûk bi zimanê Kurdî hatin amadekirin.

Pirtûk li gorî pîvanên navnetewî hatine amadekirinLi gorî agahiyên ku Endama Rêveberiya Akademiya Ziman a Şehîd Viyan Cîhan Hesen dane, materyalên perwerdeyê li gorî pîvanên ku ji aliye Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatine qebûlkirin, hatine amadekirin. Her wiha ji tecrubeyên Kampa Penaberan a Mexmûrê ku ev 15 salin didome jî sud hatiye girtin. Cîhan Hesen got ku gelek zarokên ku li Mexmûrê bi van materyalan hatine perwerdekirin, niha li zanîngehan dixwînin. Pirtûkên hatine amadekirin jî ji bo dersên ziman, jiyan û hawirdor, matematîk, zanist, wênesazî, werzîş û muzîk hatine çêkirin.


Materyal li gorî rewşa Rojava 

Endamê Rêveberiya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zinar Amed jî destnîşan kir ku ev materyal nêzî 15 salin li Mexmurê dibistanan de ji bo perwerdekirina zarokan têne bikaranîn û wiha dom kir: “Di nava wan zarokan de niha li zanîngehan, di hemû beşan de xwendina xwe berdewam dikin. Ev materyar jî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatine qebulkirin. Materlyal li gorî rewşa  Rojava hatine sererastkirin.”

Zinar Amed destnîşan kir ku kêmasiyên van materyalan hebin, lê di demên pêş de wê bêne sererastkin. Amed got ku ji bo zimanên erebî, suryanî jî wê di dema pêş de materyar bêne amadekirin.


Nêzî 5 hezar şagirt

Piştî ku welatê vegeriyan Kobanê û amadekariyên perwerdeyê hatin destpêkirin, malbatan jî zarokên xwe birin dibistanan û ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê qeyd kirin. Li gorî rayedarên Perwerdeya Civaka Demokratîk qeydkirin zarokan hîn dom dike, lewma hejmarek diyar derneketiye, lê heta niha li navenda bajar zêdetirî 3 hezar, li gundan jî derdora 2 hezar zarok ji refa yekê heta 6’an hatine qeydkirin.



DICLE MÛSA/ANHA/KOBANÊ