Di çalakiya şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li Kobanê de bi dehhezaran mirov meşiyan û bi dîmenê derketî holê jî, nîşan da ku komplo hatiye pûçkirin.
Komploya Navneteweyî ya 15´ê Sibatê ya li dijî Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, li seranserê Rojava û Bakurê Sûriyê di salvegera xwe ya 20´an de bi çalakiyan hat şermezarkirin. Li Kobanê peyama hemû milet bi hev re ji bo azadiya Ocalan têdikoşin hat dayîn. Li Dêrik, Çilaxa, Tirbespiyê û Amûdê jî peyama sereke “Em ê b ruhê berxwedana zindanan komployê têk bibin” bû.
Bi deh hezaran şêniyên herêma Firatê li Kobanê hatin cem hev û Komploya Navnetewî ya li dijî Ocalan şermezar kir. Meşvanan wêneyên Ocalan hildan û dirûşemyên rûreşkirina bêdengiya navneteweyî ya li dijî Komployê gotin.
Meşvanan pankartên ‘Rûmeta gelên herêmê û îradeya wan bi Ocalan ve girêdayî ye” hildan. Meşvan 2 kîlometreyan meşiyan Meydana Jina Azad a navenda bajêr. Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê Enwer Mislim got, dewleta Tirk ji bo ku ramanên Ocalan ji gelên azadîxwaz qut bike, ew dîl girt. Enwer Mislim gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Vaye Ermen, Kurd, Ereb û Tirkmen hemû beşdarî meşê bûn û van gelan ferman ji destê dewleta Tirk dîtine. Va ye ew jî tevlî meşê bûne û navê Ocalan diqîrin.”
Heta ku em Rêberê xwe azad bikin
Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê jî bi hemû pêkhateyên xwe li Meydana Azadî ya bajêr kom bûn û Komploya Navdewletî şermezar kir. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana Ocalan hatin gotin, û wêneyên Ocalan hatin hildan.
Meş li Navenda Ciwanan a Şehîd Bawer veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevserokê Meclisa Herêma Dêrikê Mihemed Abdulrehîm axivî û Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got, “Roja 15`ê Sibatê rojeke reş e li ser eniya dewletên ku destê wan di komployê de hebû.”
Abdulrehîm destnîşan kir ku Komploya Navdewletî ne tenê li dijî Ocalan e, hemû gelên şoreşger û azadîxwaz dike armanc: “Tevî ku 20 sal li ser dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbas bûne, tevî ku em ji rêberê xwe dûr in jî lê eşqa me ji wî re, ji fikr, felsefe û têkoşîna wî re ruhê têkoşînê di hundirê me de vedijîne. Heta ku armancên rêberê me pêk bên, heta ku em wî azad bikin, em ê li ber xwe bidin.”
Banga azadiya Ocalan bikin
Bi heman armancê bi sedan şêniyên navçeya Çilaxa jî meşek li dar xist. Meş li deriyê veguhestina navçeyê dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina komployê hatin gotin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Meş li qada navenda navçeyê veguherî mitîngê. Di mitîngê de daxuyanî ji aliyê endamê rêveberiya PYD´ê yê navçeya Çilaxa, Abdulselam Ebas ve hat xwendin û wî got, “Ti hêz di cihanê de nikare felsefeya azadiyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye gelê Kurd tine bike. Ji ber fikrên Rêber Ocalan kilîta çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn e. Em bang li hemû dewletên cihanê dikin ku li derdora doza rêber Ocalan kom bibin. Banga azadiya wî bikin.”
Bêdengî şermezar kirin
Bi sedan şêniyên Tirbespiyê bi dirûşma ‘Em ê faşîzmê bişikînin, tecrîdê bi dawî bikin û li ser rêya neteweya demokratîk bimeşin’ li Meydana Azadî ya navçeyê kom bûn.
Meşvanan wêneyên Ocalan hildan, di nav kolanên bajêr re meşiyan û dirûşmên şermezarkirina komployê gotin. Meşê heta pêşiya navenda Kongreya Star dewam kir û li wir veguherî mitîngê. Paşê bi navê PYD’ê, meclisa navçeya Tirbespiyê û Kongreya Star axaftin hatin kirin. Axaftvanan teqez kir ku piştî ku dewletên desthilatdar dît ku fikr û ramanên Ocalan li ser berjewendiyên wan xetere ne, komplo pêk anîne.
Li navçeya Amûdê jî bi sedan şênî daketin meydanan û Komploya Navdewletî ya li dijî Ocalan şermezar kir. Meşê ji Qada Jinan a li navenda Amûdê dest pê kir û di nav kolanên navçeyê re geriya. Meş li ber Navenda Ciwanan veguherî mitîngê.
Di axaftinên mitîngê de Komploya Navdewletî û bêdengiya navneteweyî li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin.
Em ê ramanên Ocalan belav bikin
Bi sedan ciwanên Efrîn û Şehbayê jî bi meşeke meşaleyî Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Ehrezê, şermezar kir.
Meşê ji meydana sereke ya navçeyê seat 16.00’an dest pê kir û ber bi Goristana Şehîdên Serdemê ve çû.
Di meşa meşaleyî ya ciwanan de li gel hildana posterên Ocalan, alên Ciwanên Şoreşger pankarta bi nivîsên ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin, neteweya demokratîk misoger bikin’ hate hilgirtin.
Di meşê de li ser navê ciwanên Şehba, Îsari û li ser navê ciwanên şoreşger a herêma Efrînê jî Tolhildan axivîn û wan got, ew ê Ocalan azad bikin û ramanên wî li her derê cihanê belav bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN