Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek welatên cîhanê hat silavkirin.Çalakiyên pîrozkririna 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji ber cudabûna saetê li parzemîna Emerîka û Awûstralyayê hatin pîroz kirin. Li seranserê Ewropayê jî doh bi çalakiyên ciheren pîrozbahiyan dest pêkirin.
Gelên li Swîsreyê dijîn, di çarçoveya çalakiyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de ji bo ji nû ve avakirina Kobanê hatin cem hev.
1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Swîsreyê bi çalakiyan tê pîrozkirin. Di vê çarçoveyê de li Gorsse Halle Reûtschûle ya li paytext Bernê festîvala ‘Ji bo Kobanê Festîval’ hat lidarxistin. Tevî komên çep, sosyalîst û anarşîst ên Swîsreyî, rêxistinên Kurdistanî û Tirkiyeyî di nava organîzeya vê festîvalê de cih girtin. Di çalakiyê de bal hat destnîşankirin ku li Kobanê nirxên mirovahiyê hatine parastin, lewma ji nû ve avakirina wê berpirsyariya her kesî ye.
Festîval bi xwarinên herêmî yên Kurdan, standên pirtûkan û wêneyên li ser Kobanê hat xemilandin. Hatineyên ji vê festîvalê wê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bê şandin. Di festîvalê de 2 dokûmanterên cuda yên li ser Kobanê hatin nîşandan. Her wiha zarokeke 9 salî ya bi navê Hêlîn, pêlîstokên xwe ji bo Kobanê firot û 450 Frankên jê wergirt, radestî komîteya amadekar kir. Vê alîkariya Hêlîn a biçûk, bandor li hemû beşdarên festîvalê kir.
Li ser navê Komîteya Amadekar Davîd Bohner û Omer Reşîtoglû peyivîn û spasiyên xwe pêşkêşî her kesên beşdarî ji nû ve avakirina Kobanê bûne û dibin, kir. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî li vir axivî û da xuyakirin ku Rojava di encama têkoşîneke zor û zehmet de gihaştiye van rojan. Muslim diyar kir ku êrîşên li hemberî Rojava dewam dikin. Hevserokê PYD’ê Muslim ragihand ku serketina Kobanê bi Kobanê re bi sînor nemaye, bûye serketina hevpar a çar parçeyên Kurdistanê, pêşverû, şoreşger û demokratên li çar aliyên cîhanê. Muslim di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Mezopotamya wê ji DAIŞ‘ê re bibe goristan.
Di Festîvalê de Koma Erbanê ya Navenda Civaka Demokratîk a Bernê, Koma Hîvron, hunermendên Swîsreyî Serenad Ezgî û Pamela Mendez derketin ser dikê. Festîval bi gerandina govendê bi dawî bû.
Li Zûrîchê meşa Kobanê
Li bajarê Swîsre Zurîchê, meşa 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat lidarxistin. Di meşê de şervanên YPG û YPJ’ê hatin silavkirin. Meş bi pêşengiya DEM-KURD’ê hat lidarxistin û li Helvetîaplatzê destpê kir. Tevî Kurdistaniyan nûnerên MLKP, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Swîsreyê, Aûfbaû, Der Fûlke, Tevgera Sosyalîst a Swîsreyê, BFS Jûgend Zurîch û dostên Kurdan amade bûn.
Li ser navê PYD’ê Zûhat Kobanê li mîtîngê axivî û hemû şervanên berxwedêr silav kir, banga piştgiriya bi Rojava re kir. Kobanê gotina Erdogan a ‘Kobanê li ber ketinê ye’ bibîr xist û destnîşan kir ku li hemberî vê bendewariya dijmin, kobanê û tevahiya gelê Kurdistanê tevî berxwedêrên azadiyê bi pêngava berxwedaneke dîrokî re Kobanê bi ser xistin. Mîtîng bi gerandina govendê bi dawî bû.
Ji Awûsturya heta Almanyayê
SÎDNEY: Li bajarê Sidney ê Awûstralya Kurdistanî û dostên wan ji bo Kobanê hatin cem hev. Di pîrozbahiyê de mamosteyê Zanîngeha Teknîk a Sidney Anjana Regmî, nivîskar Alison Buckley Gren, nivîskarê rojnameya Left Week Peter Boyle, axivîn.Parlamenterê Partiya Keskan NSW Hamie Parker jî serketina Kobanê pîroz kir.Dayika şervanê YPG’ê Ashley Johnson (Bagok Serhat) Amanda Johnson jî tevlî pîrozbahiyê bû.Nûnerê KNK’ê yê Sidney Îsmet Taşman jî ji bo ji nû ve avakirina Kobanê xwest Awûstûrya û hêzên navneteweyî zextê li Tirkiyeyê bikin.
Di pîrozbahiyê de Hevserokên DKTM Brusk Aiveri û Gulseren Yildiz jî axivîn.
MELBOURNE: Li bajarê Melbourne yê Awûstralya Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin. Pîrozbahî di pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan a Victoria û Australian for Kurdistan li ber Pirtûkxaneya Eyaletê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de sirûdên Rojaba silav dikin hatin xwendin û li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Mahmût Kahraman axivî.
Di pîrozbahiyê de Serokê Konseya Sendîkayên Victoria û Sendîkaya Perwerdeya Bilind a Neteweyî ya Awûstralya Colîn Long jî axivî.
ROMA: Bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li paytexta Îtalya Romayê bi beşdariya Kurdan û dostên wan meşek hat lidarxistin.
Di çalakiyê de bi pankartên hatin hilgirtin re berxwedana Kobanê hat silavkirin û bal hat kişandin ser girîngiya tevlîbûna li xebatên ji nû ve avakirina Kobanê.
Di meşê de nûnerên partiyên siyasî, komên jinan, komên anarşît û navendên çandê amade bûn. Di axaftinên li çalakiyê de piştgiriya bi gelê Kurd re hat nîşandan û xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hatine îlankirin, hatin silavkirin.
TORÎNO: Li bajarê Îtalya Torîno jî, bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, li Corso Gîûlîoda stand aht vekirin. Girseya gel piştre heta Meydana Kastello meşiya. Bi qasî 300 kesên beşdarî meşê bûn dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Kurdistan“, “Bijî Kobanê”, “Terorîst Erdogan“, “Kujer Erdogan“ qîriyan.
BÛENOS AÎRES: Li paytexta Arjantîn Bûenos Aîresê, Komîteya Piştgiriyê ya Arjantîn-Kurdistanê, li ser banga zêdeyî 20 sazî û partiyên siyasî li Meydana Obelîsco bi beşdariya 500 kesî çalakiya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê lidar xist. Girseya gel Meydana Obelîsco bi alên KCK, YPG û YPJ’ê xemiland û li ber stranan govend gerand. Di çalakiyê de daxuyaniya KNK’ê ya bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê hat xwendin û nûnerên partiyên siyasî peyam dan.
Di daxuyaniya KNK’ê de, der barê Tevgera Azadiyê ya Rojava, piştgirî û korîdora însanî de bal hat kişandin ser astengiyên Tirkiye û hêzên din ên paşverû yên li herêmê. Çalakî bi stran û gerandina govendê dewam kir.
FREÎBÛRG: Li bajarê Elmanya Freîbûrgê, bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Komuna Jinê ya Nûda, Komîteya Piştigiriya Kurdistanê ya Freîbûrgê, Dîe Lînke, Antîfa û MLPD ve hat organîzekirin û ji bajarê Freîbûrg, Lahr, Kehl, Mullheîm û Offenbûrgê bi sedan kes beşdar bûn. Li dû meşa ji Kartoffelplatze ber bi navenda bajêr ve, daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li dijî komkujiyên DAIŞ’ê û hevkarên wê, berxwedana herî mezin bi pêşengiya YPG û YPJ’ê hatiye dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku serketina li Kobanê ya li dijî çeteyan bi tîpên zêrîn li rûpelên dîrokê hatiye nivîsandin. Di çalakiyê de her wiha operasyonên li Elmanyayê yên li dijî siyasetmedarên Kurd hatin şermezarkirin û wêneyên siyasetmedarên Kurd ên girtî, hatin hilgirtin.
HANNOVER: Li bajarê Elmnaya Hannoverê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakiyek hat lidarxistin. Di açalkiya li Kropcke de nûnerên PYD, YXK, NAV-DEM û MLPD’ê axivîn. Girseya gel di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo“, “Bijî Berxwedana Kobanê” qîriyan.
MANNHEÎM: Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê nêzî hezar kesên li ber Akademiya Abend kom bûn ji bo Kobanê hatin gel hev. Çalakî ji aliyê DKTM, DGB û HDP’ê ve hat organîzekirin. Bahattîn Dogan ê li ser navê NAV-DEM’ê axivî bal kişand ser hilbijartinan û got: “Serketina Kobanêyek nû di rêyê de ye.” Pîrozbahî bi dirûşmên, , “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî YPG/YPJ” û stranan bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN
Wê Kobanê bibe alternatîf
Desteya Rêveber a KNK’ê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Kobanê ne tenê bajarek e, cihê ku tevahî mirovatî û nirxên mirovatiyê li hember dijminên mirovatiyê parastiye ye. Kobanê ne tenê bi berxwedana xwe; di heman demê de bûye sembol û pêşengê alternatîfa demokratîk a rizgarbûna ji krîza Rojhilata Navîn.”Daxuyanî wiha didome: “Ev berxwedan li ser esasê berxwedana bi îrade, wêrektî û bi biryara asta jorî mirovan a fedaiyên xwe bi temamî fedayî gelê xwe û doze xwe kirine ve di nav şert û mercên zehmet û atmosferek a şer a bê tewazûn de, Kobanê dengê xwe gihandiye tevahî cîhanê. Ev bi saya berxwedana destanî ya mezin a şehîdan ve pêş ketiye. Ji ber vê jî em di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de ji ber keda wan a mezin tevahî şehîdên xwe yên leheng ji nû ve bi bîr tînin. Ev berxwedana mirovatiyê ya ku bi heybet meşandin li hember hovîtiyê û dagirkeriyê bû bersiva gelê me û hêzên demokrasiyê. Ev berxwedan li hember hovîtiya DAIŞ’ê bûye dengê azadî û demokrasîya mirovatiyê.”
Di daxuyaniyê de ku li her çar parçeyê Kurdistan û derveyî welat gelên piştgiriyê dide Kobanê tê silavkirin de banga piştgiriya HDP’ê jî hat kirin
BRUKSEL