Kevin e bi watayeke ku bajareke ji bajarên Kurdistanê, Kurdistanê weke cihê destpêka hemû mirovahî, qaî kevnariya xwe bakarek nû ye ji bo ku hemû cîhan ji Kobanê hînî kulturê berxwdanê dibin. Ez dema jin û mêr bi hev re dibînim ku şer dikin, zêdetir geş dibim ku bajar li hemberê Ala reş berxwe dide. Ez li wir dû cureyên mirov dibînim, yekemîn bi Ala Reş ku tenê jehrê dibarîne û dûyemîn jî li hemberê vê Ala reş ku jîyanê diafirînê. Xweziya çend salan ciwantir bûma û di kêleka van jinên Kobanê min şer bikira!
Peyamê min ji bo Kurdan,
şanazî bi axa xwe neke, ji ber ku gelên din jî li axa xwe ne,
şanazî bi dîroka xwe neke, ji ber ku gelê din jî dîroka xwe heye.
şanazî bi xwezaya welatê xwe neke, ji ber ku gelê din jî xwezaya welatê xwe heye
şanazî bi ala xwe neke, ji ber ku gelê din jî ala xwe heye
şanazî bi sirûdê netewî neke, ji ber ku gelê din jî sirûdê netewî xwe heye
şanazî bi nivîskar û feylesofên xwe neke, ji ber ku gelê din jî nivîskar û feylesofên xwe hene
şanazî bi serokên xwe neke, ji ber ku gelê din jî serokê xwe hene
şanazî bi keleh û bircên xwe neke, ji ber ku gelên din jî keleh û bircên xwe hene
şanazî bi muze û deverên dîrokî neke, ji ber ku gelên din jî muze û deverên wan yên dîrokî hene
şanazî bi jinên xwe bike, ku ji bo bedewîyên we berxwedanî dike, ji ber ku tû wan jinan hene û gelên din jî ji wan jinan nîne
şanazî bi jinên Kobanê, Qendîl, Şengal, Amed û cihên din bike, ji ber ku ne tenê ti, min jî diparêzin, heta hemû dinê diparêzin
di pirtûka xwe ya xwendinê de van pirsan zêde bike:
Kî dinya diparêze?
Ev jî bersiva wî ye: Jinên Kurdistanê!
li ser dîwara odeya xwe, li ser maseya xwarinê, li ser texta xwendinê, li ser tablayên rêyan, li ser camên otobêsan, li ser ekranên Tv-yan, li ser pelên yekemîn ya rojnameyan, li ser kêleka kolanan, li ser rêyan kelehan û li her derêkî vê pirsê binivîse û bersiva wî jî ji bo me bihêle, bersiva wî jî ji bo heta dawî bihêle!
Anîta ESPANDER