Çalakiyên Kurdistaniyên li Ewropayê yên ji bo Kobanê ku ev demeke didomin bi destpêkirina şerê li kolanan re derketin asta herî bilind. Kurdistanî li her cihê lê dijîn daketin qadan. Kurdan bi taybetî li ber sefaretxaneyên Tirkiye û DYA’yê û her wiha li balfirgehan bi çalakiyan bal kişandin ser rewşa Kobanê.

Kurdistaniyên li bajarê Hagen, Mannheim,   Stuttgart, Hannover, Essen, Nurnberg, Koln, Freiburg, Frankfurt, Munster, Munîh, Dortmund,  Dusseldorf, Berlîn û hwd.  bi dagirkerina balafirgehan, sedana saziyên çapemeniyê û xwepêşandanên li ber sefaretxaneyên Tirkiye û DYA’yê bûn dengê Kobanê yê li Almanyayê.

FRANSA
Li paytextê Fransa Parîsê li ber Parlamentoya Neteweyî bi sedan kesên hatin gel. Piştî çalakiya li balafirgeha herî mezin a li Parîsê Charles-de-Gaulle li dar xistin. Li ser rêya Nice-Marsilya, li balafirgehên Bordeaux û Nice çalakî pêk hatin. Li bajarê Bordeaux çalakiya dagirkirina televîzyona France 3 hat dagirkirin.  Her wiha li bajarên Draguîgnan, Stasbourg, Vannesê, Marsîlya û Marignan Kurdistanî û dostên xwe ji bo Kobanê daketin qadan.

SWÎSRE
Kurdistaniyên li Baselê dijîn, li ber Parlamenta Baselê ya li Kolana Marktplatzê hatin cem hev. Kurdistaniyan bi yek dengî bang li hêzên navneteweyî kirin ku bi wezîfeya xwe rabin. Kurdistaniyên li Zurichê dijîn, li ber Parlamenta Zurichê gihaştin hev.
Li Bernê jî bi sedan Kurdistanî li ber Konsolosiya DYA tên cem hev. Girseya gel bang li DYA dike ku wezîfeya xwe tavilê bicih bîne.
Li Cenevreyê jî girseya gel a li Balafirgeha Cenevreyê hat cem hev û çalakiya rûniştinê lidar xist.Kurdistaniyên li bajarê Lozanê dijîn jî, li ber Stasyona Lozanê hatin cem hev.  
BELÇÎKA
Bi sedan Kurd bi armanca ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê protesto bikin û bo piştevaniya gelê Kobanê doh di saetên sibê de li Brukselê  Parlemena Ewropayê dagir kirin. Her wiha balafirgeha navneteweyî ya Brukselê jî bû qada çalakiyê
Li bajarê Liege, li balafirgeha navneteweyî ji bo Kobane çalakî hat lidarxistin.

SWÊD
Li Balafirgeha Arlanda ya li Stockholm a Swêd bi armanca piştevaniya bi Kobanê re û ji bo civaka navneteweyî bikeve nav tevgerê çalakiyek hat lidarxistin. Çalakiya ku nêzî 200 kes beşdar bûn heta saet 22.55’an dewam dikir.

DANÎMARKA
Kurdistaniyên li paytexta Danîmarka Kopenhagê dijîn, li balafirgeha Kopenhagê bi saetan çalakiya rûniştinê li dar xistin. Piştre, nêzî 500 kes li îstasyona navend çalakî pêk anîn. Çalakî piştî nîva şevê berdewam dikir.

AWUSTURYA
Kurdistaniyên li paytexta Awusturya Viyanayê dijîn jî, li ber Parlementoya Awusturyayê çalakî li dar dixin. Girseyê her 5 deqe carekê rê li trafîkê girtin. Kurdistaniyên ku li herêmên Bregenz, Graz û Innsbruckê yên bajarê Awusturya Tîrolê dijîn, piştî meşê çalakiya rûniştinê li dar xistin.

HOLLANDA
Kurdistaniyên li Hollanda dijîn Parlamentota Hollanda dagir kirin. Nêzî 600 çalakvan ku derbasî avahiya parlemenê bû bêdengiya Hollanda û dewletên Ewropayê şermezar kirin.  

ÎNGÎLISTAN
Tevahiya rojê li paytext Londonê çalakiyên ji bo Kobanê dewam dikin. Bi sedan Kurdistaniyan şêva din li balafirgeha Gatwick a Londonê çalakiyek pêk anîn.  Her wiha li ber Sefaretxaneya Komara Tirkiyeyê ya li Londonê jî ciwanan çalakî lidar xistin.  Li navenda Londonê jî çalakî bi giranî li meydana Trafalgar Square tê lidarxistin. Bi sedan kesên danê êvarê li meydanê kom bûn, erîşên DAIŞ'ê protesto kirin.  

NORWEÇ
Li paytexta Norwêc Osloyê jî, li ber parlamentê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Nûnerên Goran û YNK'ê jî tevlî çalakiyê bûn.

AWÛSTÛRALYA
Li bajarê Awûstûralya Melbourne, li ber Konsolosiya DYA çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Di çalakiya bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan a Viktorya (NAV-KURD) de banga deswerdana lezgîn li êrîşên li hemberî Kobanê hat kirin.

DYA
Kurdên li bajarên New York û New Jersey ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dijîn, pêr danê êvarê li Union Square ku yek ji meydanên qelebalix ên New Yorkê ye hatin cem hev û nerazîbûn nîşanî bêdengiya navneteweyî ya li pêşberî Kobanê dan.

KANADA
Kurdên li bajarê Qanada Torontoyê hatin cem hev, li ber Konsolosiya DYA êrîşên DAIŞ'ê û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kriin. 


NAVENDA NÛÇEYAN