Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê ji bo oxirkirina şervanên YPG/YPJ’ê Hogir Bager Botan (Remezan Mokçî), Dilgeş Kobanê (Fadil Ehmed), Rûken Helin (Dîlan Coban), şervanên tabûrên Şems El-Şemal Îbrahîm Tacir, Hêvîn Amed, Dilbirîn Kobanê, Zelal Xemgîn, Diyar Serhed, Rojhilat Qendîl ku di berxwedana Bendava Tişrîn û bajarokê Eyn Îsayê de di demên cuda de jiyana ji dest dane, kom bûn.

Dema ku karwanê şehîdan derbas dibû, xelkên bajêr derketibûn ber deriyên malên xwe û li hemberî van şehîdan rêz nîşan dan. Hinan hêsir dibarandin û hina jî bi tiliyên xwe sembola serkeftinê nîşan didan. 


Kobanê hêviyên xwe bi pakrewanên xwe xurt dike

Şahîn ê 10 salî ala Yekîneyên Parastina Gel rakiribû û di nava girseyê de bû. Ew dibêje her merasîmek hebe ew jî tê vir. Ji bo wê, 4 km bi meşê derbas dike û diçe serdana gora apê xwe yê şehîd.

Dikan hemû di dema derbasbûna karwan de girtî bûn. Zarok, mezin, xwendekarên dibistanan, karker, keç, xort û pîremêr û pîrejin hemû di nava merasîmê de bûn.

Li goristana şehîdan merasîma eskerî ya bi heybet hat pêşandan. 

Ev kes li nava goristanan fireh belav bûn. Her yek çû cem gora xizmê xwe. Kalek li ser tirba neviyê xwe dixwîne. Dayîk û bavek li rex gora kurê xwe rûniştî ne. Birayekî li ser birayê xwe diponije.



HOGIR MUSTEFA/ANHA / KOBANÊ