Leyla Waşûkanî: “Heval Arîn, bi berxwedana xwe ya dîrokî hişt tevayiya jinên cîhanê berê xwe bidin şoreşa Rojava. Bi şehadeta hevrê Arîn re, bi hezaran keç beşdarî nava refên YPJ’ê bûn.”
Şervanên YPG û YPJ’ê Arîn Mîrkan a sala 2014’an di Berxwedana Kobanê de çalakiya fedayî li dar xistibû û şehîd bûbû li Şedadê bi merasîmekê bi bîr anî.
Sala 2014’an çeteyên DAIŞ’ê bi dewleta Tirk re, êrişî bajarê Kobanê kir. Li hemberî vê êrişa hovane gelê Kurd û jinên Kurd sekneke fedayî nîşan dan. Arîn Mîrkan yek ji wan bû ku heta kêliya dawî şer kir û li ber xwe da. Arîn Mîrkan, li ser Girê Miştenûrê bi berxwedana xwe ya lehengî û bi ruhê xwe yê fedayî navê xwe li tevahiya cihanê belav kir û di 5’ê Cotmeha 2014’an de şehîd bû.
Li Şedadê bi tevlîbûna fermandar û sedan şervanên YPG û YPJ’ê Şehîd Arîn Mîrkan bi merasîmekê hate bibîranîn. Fermandarên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê û YPG’ê Leyla Waşûkanî, Rûken Efrîn, Delîl Çirav û Tolhildan beşdarî merasîmê bûn. Fermandara YPJ’ê Leyla Waşûkanî di merasîmê de ji şervanan re peyivî û di serî de di kesayeta şehîd Arîn Mîrkan de tevahiya Şehîdên Rojava û Bakûrê Sûriyê bî bîr anîn.
Ruhê neteweyî di nava Kurdan de xurt kir
Waşûkanî qala girîngiya Berxwedana Kobanê û kesayeta Arîn Mîrkan kir û got, “Şehîdên me pêşengên me ne. Şehîdên me ronahiya rêya me ne. Şoreşa me bi şehîdan hate avakirin û xaka me bi xwîna şehîdan hate avdan. Şehîdên me yekîtiya ruh û fikrî di me de ava kir. Berxwedana Kobanê, ruhê neteweyî di nava Kurdan de xurt kir û deriyê bipêşxistina şoreşa Rojava vekir. Ev derî bi ked û berxwedana şehîdan hate vekirin. Hevrê Arîn, bi sekna xwe ya dilpak û bi dilsoziya bi doza gelê xwe re li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe da. Heval Arîn, bi berxwedana xwe ya dîrokî hişt tevayiya jinên cihanê berê xwe bidin şoreşa Rojava. Bi şehadeta hevrê Arîn re, bi hezaran keç beşdarî nava refên YPJ’ê bûn. Îro li ser rêya heval Arîn bi hezaran jin, li ber xwe didin û xwe di warê parastina xwe de perwerde dikin. Bi ruhê Arînan, îro jinên Rojhilata Navîn û tevayî jinên cihanê li hemberî zilam li ber xwe didin. Em jî weke şopdarên xeta Arînan, bi çeka xwe şerê parastina hebûna xwe dikin û bi tekoşînê xwe mezin dikin, perwerde dikin û li hemberî êrişan li ber xwe didin.”
Heta serketinê
Fermandar Leyla Waşûkanî got, ew soz didin ku ala têkoşîna Arîn Mîrkan her bilind bikin û wiha axivî: “Ev meşa ber bi azadiyê ve bi Arînan û bi sedan şehîdên me dest pê kir û weke berdewamiya vê xelekê, heval Sozdar, Rêvana, Barîn, Amargî, Avesta û bi hezaran şopdaran bê rawestan didome. Em dibêjin rêya ku wan da ser, em ê wê rêyê heta serketinê bişopînin û biparêzin. Çawa wan bi sekna xwe, bi berxwedana xwe hemû pîlanên dijmin pûç kirin, dijmin poşman kirin, em ê jî di serî de li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên ku dixwazin xaka me dagir bikin, êrişî destketiyên şoreşa Bakûrê Sûriyê bikin, bi ruhê Arînan li hemberî wan bisekinin.
Em careke din dibêjin di rojeke wek îro de dîsa em soz didin û em ê di sala 5. a şehadeta heval Arîn de tekoşîna azadiyê xurt bikin. Ji bo rizgarkirina Efrînê em ê xwe amade bikin û weke YPJ’ê hêza xwe di xeta Arînan de mezin bikin. Li ser wî esasî, em careke din dibêjin, şehîd namirin û heta ku em hebin em ê li ser rêya wan bin, em ê heviyên wan bi serketinê tacîdar bikin û ez dibêjim, şehîd namirin, şehîd namirin, şehîd namirin.”
Merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ , ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.
ANF/KOBANÊ
Piştî 4 salan Kobanê
Weke îro beriya 4 salan piştî ku DAIŞ’ê nêzî 300 gund dagir kiribûn, cara yekemîn gihaştin tixûbên bajarê Kobanê û dest bi topbarana taxên bajêr kir. Di 5’ê Cotmeha sala 2014’an de bi hezaran çeteyên DAIŞ‘ê ketin bajarê Kobanê ku Yekîniyên Parastina Gel-Jin (YPG/YPJ) xwe lê bi cih kiribûn û li hemberî hovantirîn êrîşên DAIŞ’ê sekinîn. Hema hema hemû kolan û rêyên bajarê Kobanê bi temamî wêran bûn.
Wêneyekî ji taxa Kobanê ya niha ku 4 sal berê bi temamî xera bûbû .
ANHA/KOBANÊ