
Çalakiya konvedanê
Herwiha di roja yekem a çalakiyê de hevserokê NAV-DEM ê demê Yuksel Koç, nûnerê KNK ê yê Almanya Kazim Baba, parlamentera Die Lînke ya Hamburgê Cansu Ozdemir, ji eyaleta Berlînê parlamenter Evrîm Sommer, Hakan Daş, li ser navê Antî - Faşîstan Mîschel Knapp û Cumalî Şaylemezê bavê şoreşgera cangorî Leyla Şaylemez jî beşdar bûn û peyam ên xwe belav kirin. Derbarê çalakiya li Berlînê de hevserokê NAV-DEM ê Yuksel Koç ev agahî dan:’Armanca me sazkirina du heyetan e û serdana parlamena Almanya ku di nav wan de tevahiya partî û fraksiyonên siyasî hene, bikin. Emê çalakiyên ku niha ji Brukselê bigir heta li her derê Ewropayê têne lidarxistin û wê dawiya hefteyê jî berdewam bikin, ji wan re rave bikin, herwisa wê komek ji hevalên me jî serdana çapameniyê bikin û çapamenî jî agahdar bikin.”
DAÎŞ li dijî jinê ye
Li ser navê Meclîsa Jinan DEST DAN ê jî Şervîn Nudem ji rojnameya me re wiha axivî: Ev der Brandenburger Tor e, di navbera sefaretên Fransa û Amerîka de ye. Em ji bo piştgiriya liberxwedana bêhempa ya Kobanê li vir in. Ji bo em bikarin dengê wan bi Ewropa bigînin emê bi şev û roj li ser piyan bin. Gelek sazî û rêxistinên wek antî kapîtalîst û antîfaşîst jî destek didin me. Ji gelek deverên Almanya gelê me jî li vir kom dibe. Hûn derbas nabin, em nahêlin ku faşîst Rojava xera bikin...Em eniyeke hevbeş saz dikin, li dijî qirkirina jinan ku ev êrîş zêdetir li dijî nasnameya azad a jinan e. Alîyê şoreşê yê herî xurt şoreşa jinê ye û terorîst şerê vê rastiyê dikin. Ne Kobanê û ne jî Kurdistan nakeve, serkeftin ya Kurdistanê ye...
´PKK hêzek rewa ye´
Parlamentera Die Linke (Partiya Çep) Cansu Ozdemir jî wiha got: “Partiya çep çalakiyan destek dike. Em êrîşa DAÎŞ ê protesto dikin û dixwazin dinya jî bibîne. Ez wek keseke kurd li vir im, lê partiya min jî destek dike û meşrû dibîne. Hevalên me çûn Pirsûsê û wê rewşa polîsên Tirk, têkiliya Tirkan a bi DAÎŞ re jî di parlamentoya Almanya de bînin ziman. Ji kîjan patiyê dibe bila bibe, divêt wîcdana herkesî nerehet be, dinya lê dinêre û dibîne ku bi tenê PKK şer dike. Li Rojhelata Navîn tekane hêza pêşverû PKK ye û divêt ew jî li gorî vê tevbigerin.”
´Bila Başûr alîkarî bide´
Zahîr Xoşnaw yê ji Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) jî ku piştgiriya çalakiyê kir wiha pê de çû: “Ez wekî kurdekî li gel birayên xwe yên Kurd im. Li dijî DAÎŞ û hêzên ku yarmetiya wan dikin, em li dîjî van êrîşan in. Wek YNK li gel birayên xwe ne. Kurd hemû yek e, li Kobanî kurdekî birîndar bibe, dilê Kurdistanê birîndar dibe. Pêşmerge pêşmerge ye, divêt ji bo her derê be, bakur, başûr ev ne pirsgirêk e. Li ku dibin bila bibin, ji kîjan dîtinê dibin bila bibin, divêt em yek bin û bi hev re têbikoşin. Mixabin heta niha hikûmetê hêzekê neşandiye, em dawe li birêz Mesûd û Nêçîrvan Barzanî dikin ku demek zûtir her cûre alîkariyê bikin. Bila xendek rakin, bila ambargo rakin. Destê biratiyê dirêj bikin. Nexwe emê li pêş cîhanê şermezar bibîn.”
´Pêwîste Kobanê nekeve´
Li ser navê KNK´ê jî Kazim Baba axaftinek kir û diyarkir ku li vê qada dîrokî kom bûne ji bo dengê Kurdan bi Almanya û bi cîhanê ragihînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrîşa li Kurdistanê û bi taybetî jî li ser Kobanê ku divêt em bi dinyayê bidin zanîn ku ev ne tenê ji bo Kurdan e, wisa jî ji bo tevahiya cîhanê ye. Divêt Almanya bi her awayî pîştgirî bike. Em wek Kurdên Almanya û Berlînê her dem li ser piyan in. Ez jî wê berxwedana bêhempa silav dikim, bejna xwe li ber wan ditewînim. Li Berlînê me hemû patî û rêxistin anîn cem hev, Koordînasyoneke Kurdên Berlînê ava kir, mixabin KDP xwe paş ve kişand. Lê 3 komîsyonên me li ser kar in. Alîkarî kom dibin, xebata dîplomasî tê kirin. Em ji bîr nekin ku ketina Kobanê ketina Kurdistan ye, şerma tevahiya dinê ye.”
YEKO ARDIL/BERLIN