Bi hezaran welatiyên Kobanê bi armanca wergirtina cenazeyên şervanên YPG’ê Mazlûm Bekî (Mazlûm Kobanê ), Riyad Ehmed (Bilink Efrîn ), Ehmed Salih (Zinar Dikerman), Mustefa Mihemed (Cîger Kobanê ), Remedan Bekarî Ehmed (Cekdar Mahir ) ên ku 24’ê Nîsanê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn, li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê kom bûn. Girseyê bi diruşmeyên ˮBijî berxwedana YPG’ê, Bijî berxwedana YPJ’ê û Şehîd Namirinˮ cezazeyên şervanan wergirt û bi karwanekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîd Dîcle ya li gundê Termik a Kobanê ve birin.
‘Ji mirinê jiyanake nû diafirînin’
Li goristanê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê Mustefa Îto axivî. Îto destnîşan kir ku cangoriyên azadiyê rûmeta azadiya gelan diparêzin û ji mirinê jiyanê diafirînin. Di merasîmê de her wiha li ser navê Rêveberiya Kantona Kobanê Mehmûd Beşar axivî û got: “Tenê bi şopandina riya wan em dikarin beşeke biçûk ji mafê wan pêk bînin.ˮ
Beşar di dewama axaftina xwe de got, gelê Kurd zana bûye û wiha dewam kir: “Îro bi hêza YPG’ê û YPJ’ê, HPG’ê û Pêşmergeyan tola gelê Kurd ji dijminan tê hilanîn, ger îro em dixwazin di sedsala 21’ê de xwedî roleke girîng bin û xwedî li şehîdên xwe yên ji Başûr, Bakûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê derkevin, pêwîst e kongreyeke neteweyî werê lidarxistin.”
Cenazeyê Hasret Aydogan derbasî Bakur kirin
Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê cenazeyê şervana YPJ’ê Hasret Aydogan (Raperîn Reşîd), radestî malbata wê ya li Bakurê Kurdistanê kir.
Şervana YPJ’ê Raperîn Reşîd 13’ê Adara 2015’an dema li Efrînê erka xwe ya parastinê pêk dianî, jiyana xwe ji dest da. Cenaze bi merasîmekê li goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ya Efrînê hatibû definkirin. Li ser daxwaza malbata şervana YPG’ê Raperîn Reşîd a li Bakurê Kurdistanê, Saziya Malbatên Şehîdan cenaze derxist û di deriyê Bab El-Selama yê bajarê Ezaz re radestî malbatê kir. Cenaze wê li Sêrtê bê veşartin.
KOBANÊ/EFRÎN