Moderatoriya konferansa Kobanê ku di navbera saetên 15.00 û 18.00'an de pêk hat, ji aliyê Seroka Koma Dostaniya Kurdan a PE Marie-Christine Vergiat ve hate kirin. Axaftina vekirinê jî ji aliyê Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Adem Uzun ve hate kirin. Di konferansê de her yek ji Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, endama Koma Keskan a PE Bodil Ceballos, Hîndekarê Zanîngeha Sussex Kamiran Matin û Seroka Koma Çep a PE Gabriel Zimmer axaftinek kirin. Parlamenterên PE, Serokê KNK’ê Tahir Kemalîzade û Serokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hacî Ehmedî û gelek kesayetiyên din weke guhdar tevlî konferansê bûn.
Du salin Kurd şerê DAÎŞ'ê şer dikin
Endamê KNK’ê Adem Uzun di axaftina vekirinê de bal kişand ku 2 sal in Kurd li dijî çeteyên DAIŞ’ê têdikoşin wiha domand: “Em nikarin bêjin ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê îro heye. Ev 2 sal in Kurd i dijî DAIŞ’ê têdikoşin. Ev hêz du sal in bê navber êrîşî Kobanê dikin. Kurd li Iraqê û li Rojava jî bi êrîşên DAIŞ’ê re rû bi rû ne. Ne tenê Kurd, lê Ermenî, Asurî-Suryanî, Êzidî û Tirkmen jî bi van êrîşan re rû bi rû ne.”Uzun xwest ku koalîsyona navneteweyî bi awayekî çalaktir têkoşîna li dijî van êrîşan destek bike.
Cîhan piştgira gelê Kurd e
Seroka Koma Partiya Çep a PE’yê Gabriel Zimmer jî diyar kir ku Kobanê bûye sembolek a cîhanê û got: “Me vê yekê di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de dît. Bi sedhezaran kes daketin kolanan û destek dan Kobanê. Divê dewletê cîhanê jî vê yekê bikin. Divê welatên cîhanê û Ewropa li dijî DAIŞ’ê li gel Kurdan bin. Tirkiye, Qatar, Erebîstana Suudî destekê didin DAIŞ’ê. Divê PE di vê mijarê de rola xwe bilîze û zextên polîtîk li Tirkiyeyê bike.”
'Divê YPG/YPJ were destek kirin'
Parlamentera Partiya Keskan a Parlamentoya Ewropayê Bodil Ceballlos jî diyar kir ku azadiya Kurdan û modela ku Kurdan li Rojava ava kiriye girîng e û got: “DAIŞ ji bo mirovên herêmê û ji bo hemû cîhanê pir xeter e. Divê pêşî li vê yekê bê girtin. Divê têkoşîna hêzên YPG û YPJ ya li dijî hêzên DAIŞ’ê were destekkirin.”
Dr. Martin: Divê zext li Tirkiyeyê bê kirin
Hîndekarê Zanîngeha Sussex Dr. Kamiran Madin jî bal kişand ku Kobanê krîzeke navneteweyî ye û got: “Divê ev bi awayekî cidî bê gotûbêjkirin û çareseriyek jêre were dîtin”. Dr. Matin da zanîn ku Tirkiye li herêmê roleke xirab dilîze û got: “Tirkiye îro roleke krîtîk dilîze. Azadiya Kurdan naxwaze. Ji ber vê jî destekê dide çeteyên DAIŞ’ê. Ev projeyek e. Tirkiye ne bi tenê ye. Qatar û Erebîstana Suudî jî di nava vê yekê de ne. Divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin. DYA û YE divê zextê li Tirkiyeyê bikin. Hêza ku herî zêde li dijî DAIŞ’ê têdikoşe Kurd in”.
Muslim: Çareserî jiyana hevpar e
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim di beşa encamê ya Konferansê de axivî û diyar kir ku êrîşên li dijî Kobanê pêk tên li dijî demokrasî û azadiyê ye. Muslim bi bîr xist ku êrîşên DAIŞ’ê berdewam dikin û got: “Ev çete ne tenê belaya serê Kurdan in, belaya serê hemû cîhanê ne. Ji bo rawestandina van çeteyan divê hemû cûre alîkarî bidin Kurdan. Ji bo parastinê jî divê di serî de hemû cure alîkarî bidin Kobanê.”
Salih Muslim bi bîr xist ku bi salan e ku Kurd li Sûriyeyê zilmê dibînin û wiha axivî: “Herî dawî komên terorîst ên çeteyan êrîşî Kurdan dikin. Armanc wan ew e ku sîstema demokratîk û azadîxwaz a Kurdan têk bibin û Kurdan qetil bikin.”
Muslim da zanîn ku çareseriya pirsgirêkên li herêmê û Rojava avakirina jiyaneke bi hev re ye û got: “Em dixwazin li Rojava tevî Ereb, Asurî-Suryanî û gelên din sîstemekê ava bikin. Ev sîstem wê li ser esasê demokrasî û azadiyan be. Her kes wê bikarin xwe di nava vê sîstemê de îfade bikin. Ev model bi kêrî tevahiya Sûriyeyê jî tê. Pevçûn û pirsgirêk wê bi vî rengî bi dawî bibin.”
Di konferansê de belgefilma rojnamevanên Belçîkayi Toon Lambects û Roel Pulin a li Kobanê kişandine hate nîşandan. Di belgefilm de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û berxwedana şervanên Kurd tê nîşandan.
ALÎ GULER/ANF/BRUKSEL