Y.O Politîka hîmekî ragihandina azad e

Hevserokê PYD´ê Salih di şeva pîrozbahiyê ya bi minasebeta 9. salvegera damezrandina rojnameya me de peyivî. Muslim rojnameya me, weke hîmekî ragihandina Kurdistanê û hîmekî ragihandina azad a ku dengê gelan radigihîne cîhanê, bi nav kir.

Muslim di axaftina xwê dê bal kişan ser berxwêdana Rojava û got: ''Bêhtirî du salan e ku li Rojavayê Kurdistanê şerek li dijî hovîtiya hêzên tarî heye. Dema ku van dest bi êrîşê kir, hin kesan ji me pirsî, ´van Kobanê daye ber xwe tu çi dibêjî?´ Min got, şaş kirine, ji ber ku em bi Kobanê û bi gelê wê dizanin.''


Baweriya Kobanê bi azadiyê heye

Muslim erişen li hemberî Kobanê nirxandin û got: "Va ye piştî 136 rojan îro dişkin. Gav bi gav paşve diçin. Lewma li wir gelek heye. Xwe bi rêxistin kiriye. Îdeolojiyeke wî heye" Muslim got, berê jî Kurdan pirr li ber xwe dida, lê dihatin kuştin û dişikestin. Lê îro gelê me birêxistinkirî ye û jê hat bajarekî piçûk ê mîna Kobanê biparêze û weha dewam kir: "Ev du sal in dor li Kobanê girtiye. Bê av û bê elektrîk e. Tiştekî xwe bi tenê heye: baweriyeke xwe bi azadiyê heye. Baweriya xwe bi parastina kerem û rûmeta gelê Kurd heye."


Em malavahiya koalîsyonê û hêzên pêşmerge dikin

Muslim bibîr xist ku wan Ewrûpî û hêzêen navneteweyî di biwara DAIŞ´ê de hişyar kiriye û weha dirêjî da axaftina xwe: "Me ji dinê re got, em tî dibin, birçî dibin, bê elektrîk dibin, lêî ti carî bê şeref nabin. Serketina Kobanê ji bo her kesê li kêleka me, ji bo 40 milyon insanê Kurd ên ku nefesa wan, bedana wan, dilê wan li Kobanê ye. Ji ber wî hawî jî serketin a gelê Kurd hemûyî ye, li we hemûyan pîroz be.

Me ji tevahiya welatên Ewrûpa û hêzên navneteweyî re got, paraztina we li Rojhilata Navîn destpê dike. Em hêvî dikin hûn xwedî lê derkevin. Demokrasiya we li sînorên we xilas dibe. Herçî ev terorîst in, wan terorîzm kir global. Ji bo tevahiya dinyayê ye. Sînoran nas nake. Li Sûrî çêbû li Iraqê êrîşî Mûsilê kir. Ji wê derê berê xwe da Rojava. Ji wê derê berê xwe da Parîsê. Ji ber wê jî, madem ew global in, divê hêza berxwedanê jî global be, divê tevahiya cîhanê bi me re be, lewra em pêşengiyê dikin. Gotinên me berê du salan gotî îro îsbat dibin. Li vê derê, li pêşberî we, em malavahiya hêzên navneteweyî hemûyan dikin. Hêzên koalîsyonê ku bi balefiran li terorîstan xistî li Kobanê, hêzên pêşmerge yên ku hatin li Kobanê bi me re sekinîn, yekîtiya Kurd îsbat kirin, serketin ji we hemûyan re. Em spasiya wan hemûyan dikin."


Kurd êdî ne bi tenê ne 

Li gorî Muslim, tiştekî din ê derkete holê ew e ku Kurd êdî ne bê dost in. Muslim weha behsa vê mijarê kir: "Heta niha me digot, ji çiyan pê ve dostên Kurdan nînin. Lê belê me 1´ê meha 11´an dît, li çil û yek welatan, li 216 bajaran bi milyonan mirov daketin kolanan û gotin, em li gel Kobanê û li gel gelê Kurd in. Çima, ji ber ku em xwedî li dawa xwe derketin. Em bextiyar in bi vê. Serketina Kobanê yekîtiya Kurdan bi xwe re anî, yekîtiya gelan bi xwe re anê, biratî bi xwe re anê, dostanî bi xwe re anî. Ev maneya Kobanê ye." 

Muslim bi bîr xist ku Kobanê û plan û hesabên hêzên navneteweyî û herêmî çikandine û mijar weha rave kir: "Ji ber wê hawî, Kobanê bi roleke dîrokî rabû. Hêzên herêmî û hêzên navneteweyî li Rojhilata Navîn xwedî plan bûn. Ji bo hemûyan, îro hesab û hevkêşe hatiye guhertin. Bajarê Kobanê ev guhertin çêkiriye. Her bajarê Kurdan ê hez ji azadiya xwe dike, wê bi heman awayî li ber xwe bidana, ew jî wê bi serketana. Hîna serketin li pêşiya me heye. Ji tevahiya gelê Kurd tê xwestin ku xwedî li xwe derkeve. Ji ber wê rojên li pêşiya me hin girîngtir in, serktinê dîrokî li benda me ne. Bila kes xwe bi şûnde nede, ev meydana namûs û kerametê ye."


Barê piştî serketinê girantir e û li ser milê me ye

Muslim da zanîn ku heta niha li li Kobanê 436 şehîdên wan hene û bêhtirî  5 hezar zaîyatên DAIŞ´ê hene û got, "Bajar wêran bûye, bi sedan birîndarên me hene, bê derman in. Lewma jî ev berpirsiyariya me hemûyan e. Avakirina bajêr barê stûyê me hemûyan e, dermankirina birîndaran jî. Lewma em hewceyî hevdû ne. Serketina li Kobanê, serketina yekîtiya Kurdan e, serketina dostan û ya mirovahiyê ye. Ji ber wê jî barê stûyê mirovahiyê ye ku vî barî rake. Ew ên ku dibêjin em demokrasiyê û nirxên mirovahiyê diparêzin, ez ji wan re dibêjim, di şerê di ber mirovahiyê de li Kolanê heta niha bi sedan birîndar hene, ma ne şerm e ku mirovahî wan derman nake? Ma ne şerme ku heta niha li wan xwedî dernakeve. Mal hatin hilweşandin, bi sedhezaran insanên me bêmal in. Bêguman ev jî barê stûyê me ye. Ya ez dixwazim bibêjim ev e; ji ber ku serketin ya me hemûyan e, ji ber ku têkoşîn a me hemûyan e, dewamkirina vê jî ya me hemûyan e. Em ê bi hev re birîndarên xwe jî derman bikin, malên xwe, bajarê xwe û gundên xwe yên hatî hilweşandin jî bi hev re ava bikin. Em ê ji berê xweşiktir jî bikin. Lewma em xwedîyê vî erdî û van şehîdan in."  Paşê Muslim ji herkesî xwest amade be da ku barê dikeve ser milê xwe di dewra pêşengiyê ya Kurdan de hilgire. 

Muslim got, êdî ne mumkin e ku gelê Kurd li dijî êrîşan bi bin keve û weha dawî li axaftina xwe anî: "Miletekî ku weke Kurdan hev bigire, ciwanên mîna Arîn Mîrkan ên fedakar hebin, îdeolojî û fikreke rast ya weke ya Rêber Apo hebe, ev milet ti caran nakeve, û serketin ya me ye. Bila dudilê bi ti kesî re di vê biwarê de nebe, em serfiraz in. Serketin wê her ya me be." 


 NAVENDA NÛÇEYAN